Talebanî û Balyozê Brîtanya: Divê welatî berdêla nakokiyan nedin
Kurdistan 09:55 PM - 2023-08-08
PUKMEDIA
Cîgirê serokwezîr û balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê Stephen Charles Hitchen kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî yên Kurdistan û Iraqê û pêngavên dawî yên ji bo çaksaziya Wezareta Pêşmerge gotûbêj kirin.
Qubad Talebanî: Divê pirsgirêk bên çareserkirinDi hevdîtinê de ku îro 08.08.2023 li Hewlêrê bi amadebûna Rosie Cave Konsula Giştî ya Brîtanya li Herema Kurdistanê û Daban Şadala Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Hikumeta Herema Kurdistanê birêve çû, Qubad Talebanî pîrozbahiya destbikarbûna Stephen Charles Hitchens wek Balyozê nû yê Brîtanyayê li Iraq kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.
Piştre ronahî xiste li ser nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û çawaniya çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku di berjewendiya her du aliyan de be û wî di vî warî de got: “Asayî ye ku nakokiyên siyasî hebin, lê divê welatî berdêla wan nakokiyan nedin ‘’.Her wiha got:“Em dixwazin hemû pirsgirêk li gorî destûra bingehîn bên çareserkirin û her kes ji bo parastina mafên hemûyan li gorî qanûna bûdceyê tevbigere.’’
Talebanî: Em amade ne ku karûbarên Wezareta Pêşmerge baştir birêxistin bikinCîgirê serokwezîr got:“Nebawerî sedema sereke ya piraniya pirsgirêkane di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ye, lewma divê hemû aliyên siyasî hewla vegerandina baweriyê di navbera xwe de bidin da ku paşerojeke baştir ji bo Iraq û Kurdistanê dabîn bikin û pirsgriêkên kombûyî çareser bikin û welatî êdî baca nakokiyên siyasî nedin.’’
Di civînê de behsa proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge jî hat kirin û Talebanî got: “Em îsrar li ser cîbicîkirin û pêşvebirina pêngavên çaksaziyê di nav Hêzên Pêşmerge de dikin û emê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku nakokiyên siyasî û aloziyên heyî bandorê li pêngavên çaksaziyê neke.’’
Her wiha got:“Em amade ne ku kar û barên Wezareta Pêşmerge baştir birêxistin bikin û divê her kes bi berpirsyarî li hember vê rewşê raweste û rê nede ku nakokiyan me vegerîne sifirê.’’
Di dawiyê de jî spasiya alîkariya Brîtanya ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warê leşkerî de. Ji aliyê xwe ve Balyozê Brîtanya li Iraqê amadehiya xwe ji bo hemahengî û hevkariyên zêdetir hem ji bo pêşxistina reforman li Wezareta Pêşmerge hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nîşan da.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

