Werin em hemû gavên xwe di xizmeta berjewendiya giştî de bikin

Kurdistan 06:18 PM - 2023-08-08
Celal Şêx Nacî û Pola Sîrwan Talabanî PUKMEDIA

Celal Şêx Nacî û Pola Sîrwan Talabanî

YNK Pêyiwendiyên Dîplomasî

Serokî Ajanisî Parastin û Zaniyarî / Zaniyarî Celal Şêx Nacî serdana Buroya Navendên Derve ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir û got: “Berpirsiyariya me hemûyan e ku bi ruhê Kurdistanî xizmeta armancên herî bilind bikin û hemû gavên xwe di xizmeta berjewendiya giştî de bihavêjin.’’
Di civînê de Pola Sîrwan Talebanî Berpirsê Buroyê behsa  guhertin, erk û armancên rêxistinên YNKê yên li derve û birêxistinkirina desteyan şirove kir û tekezî li ser hemahengî û hevkariya zêdetir di navbera hemû sazî û dezgehan de  ji bo serxistina kar û bidestxistina armancên neteweyî û zêdetir xizmeta diyasporaya kurdî kir.
Di civînê de ku hejmarek ji endamên Buroya Navendên Derve tê de amade bûn, Celal Şêx Nacî piştgiriya xwe ya temam ji bo serxistina erkên Buroya Navendên Derve dupat kir û got:  “Her pêngavek ku hûn ji bo parastina mafên kurdan li derve bihavêjin emê alîkarî û piştgiriya we bikin û berpirsiyariya me hemûyan e ji bo xizmetkirina armancên bilind ên ruhê kurdewarî û hemû gavên me ji bo xizmeta berjewendiya giştî ye û siyaseta ku em dişopînin ji bo bihêzkirina Kurdistanê û xizmetkirina gel e.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket