Sûriye di navbera du çareseriyan de ye: siyasî yan leşkerî
Nêrîn 11:32 AM - 2023-08-06
PUKMEDIA
Fethulla Huseynî
Sûriye di navbera du çareseriyan de ye: siyasî yan leşkerî
Fethullah Huseynî
Diyare ku ji ber rewşa aloz a Rûsiya û Ukrayna, berdewamiya
şer bêyî agirbest, israra Îran û Rûsyayê li ser pêwîstiya nêzîkbûna navbera Şam
û Enqereyê de û fişara çaralî li ser hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê hene, ku ev
yek jî wek hemû encamên kongireya Astana ya borî, aloztir dike, amadekariyên
lidarxistina kopiya nû ya konferansa Astanayê dîsa bi lez û bez dimeşin.
Li gorî rojnameya El-Exbar a Lubnanî, serdana wezîrê karên
derve yê hikûmeta Şamê bo Tehranê wek bersivek li hember gurbûna nekokiyên
hevpeymaniya Rûsiya û Amerîkayê li esmanê Sûriyê hat û bal kişand ser gefên
El-Miqdad ji aliyê Tehranê bo hêzên Amerîkî li Sûriyê ve. Rojnameyê amaje bi wê
yekê jî kir, ku El-Miqdad di şûna wezîrê Aborî û Bazirganiya navxwe de
serokatiya şanda Sûriyê dike wek ku berê biryar li ser hatibû dayîn. Vê serdanê
di dema nekokiyên meydanî û siyasî di dosyaya Sûriyê de ji bilî nerîna aborî
nerîneke siyasî jî lê zêde kir, bi taybet î ku Îran û Şamê xwedî peywendiyên
stratejî û dîrokî ne û rola Îranê di nexşeya Sûriyê de girînge û hewlwesta wê
derbarê rewş de zelal e.
Piştgiriya Rûsiya bi xurtkirina rola Tirkiyê li Sûriyê,
Şamê dixe pêşiya du çareseriyan, Yekem: Şam hebûna leşkerî ya Tirkiyê qebûl
dike, piştî dagîrkirina heft bajarên Sûriyê bi pejirandina Rûsiya, Duyem:
qebûlkirina Beşar Esed li ser lihevkirina bê şert û merc bi Recep Tayyîp
Erdogan re li ser hesabê nêzîkbûna Ereban û vebûna ji Şamê re.
Li gorî gotina jorê, Ereban Şamê weke piştevaniyek projeya
xwe dibînin, tevî ku wan di dema şerê wê yê kujer de bi tenê hîştibûn, ku roleke
nerênî di kirîza Sûriyê de lîstin û temenê wê dirêj kirin, xelkê wê koçber
bikin û erdnîgariya wê talan bû gelên Sûriyê ji çarenivîsên ne diyar re hîştine,
heta roja îro. Ev yek jî ji ber ku di dema niha de çareseriyeke siyasî ya zelal
li ber çavan nîne, ligel amadekariyên ji bo lidarxistina konferansa
"Astana nû" ku aloziya Sûriyê kûrtir dike bi taybet li Rojhilata çema
Furatê ku di bin kontrolala Rêveberiya Xweser de ye û Hêzên leşkerî
hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka.
Tevî ku şandên Astana di konferansên berê de di encamnameyên
xwe de tekezî li ser pabendbûna bi serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa Komara
Sûriyê kirin, lê çavên xwe ji wê yekê re girtin ku Sûriye welatekî pirneteweyî,
û mezheb û olî ye, û divê ew ne dewleteke mezhebî be, lê belê demokrasiyeke
piralî be, wek ku berê ji aliyê Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû
piştrastkirin, ev pêşniyar di yekemîn konferansa ku di navbera aliyên sûrî de
li Cinêvê hat lidarxistin, pesend kir.
Ji ber vê yekê di dawiyê de tu çareseriyeke leşkerî li Sûriyê
nemaye û li gorî cîbicîkirina tam a biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254,
spartina çareseriya siyasî herî baş e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

