Şandeke YNK’ê beşdarî salvegera qirkirina Êzidiyan a Şengalê dibe
Kurdistan 10:44 AM - 2023-08-04
PUKMEDIA
Beşdariya şanda YNKê di nehemîn salvegera jenosîda Êzdiyan de
Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li navçeyên Sinunê û Xana Sorê yên navçeya Şengalê beşdarî merasîma nehemîn salvegera qirkirina Êzidiyan bû.
Roja 03.08.2023ê şandeke YNKê ji berpirsê Malbenda heftem a rêxistina Nînowa Aras Mihemed Axa, endamê encûmena serkirdayetî û berpirsê navenda rêxistina Şingalê Dawd Şêx Cundî û berpirsê baregeha rêxistina Şingalê Elî Omer Gabo,cîgirê parêzgarê Nînowayê Elî Mîr Gebo û hevalên rêxistinên her du Malbendên Sunune û Xana Sor ên navçeya Şengalê pêk dihatin beşdarî merasîma salvegera nehemîn a qirkirina Êzdiyan bûn.
Di merasîmê de ku, berpirsên hikûmet û partiyan û kesayetiyên Êzdiyan amede bûn, şanda YNKê peyama serokatiya YNKê pêşkêş kir û got;“9 sal li ser karesata Şengal û derdora wê re derbas bûn, xwişk û birayên me yên Êzidî hîn di kampan de di rewşeke xirab de ne û ti hewldanek ji bo avakirina herêmên xwe nehatiye kirin.’’
Di peyama şanda YNKê de wiha tê gotin: “Em dagirkirina Şengalê û qirkirina xwişk û birayên xwe yên Êzidî ku di wijdanê me yê mirovatiyê de birîneke kûr e, bi xemgînî bi bîr tînin.’’
Di peyamê de wiha tê gotin: “Îro nehemîn salvegera karesata ku hat serê gelê Şengalê û derdora wê derbas dibe, xwişk û birayên me yên Êzidî hê jî li kampan û ji warê bav û kalên xwe dûr dijîn. "Heta niha çarenivîsa bi sedan keç û jinên êzîdî yên di destê terorîstên DAIŞê de ne diyar e, lewma em daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin ku hewlên zêdetir ji bo rizgarkirina wan û avadankirina navçeya Şingalê û gundên derdora wê bidin."
Di peyamê de hat gotin, "Em bang li hemû aliyan dikin ku ji bo komkujî û karesata Şengalê di civaka navneteweyî de weke jenosîd bê naskirin, bi hev re gavên cidî bavêjin."
Di dawiya peyama şanda YNKê wiha ye:“YNK her dem xema Êzidiyan e û her dem amadeye xizmet û piştgiriyan wan bike bi her awayî.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

