3ê Tebaxê Roja Trajediya Êzdiyan

Kurdistan 07:32 PM - 2023-08-03
Jînosayda Şengal PUKMEDIA

Jînosayda Şengal

Şengal

Roja 3ê Tebaxa 2014ê terorîstên DAÎŞê êrîşî navçeya Şingalê kirin û piştî şer û pevçûnên navbera terorîstan û beşek ji pêşmergeyên wê navçeyê, ew dever hate dagîrkirin.

Beşek ji welatiyên wê deverê ku piraniya wan Êzidî ne, ji tirsa hovîtiyên terorîstan berê xwe dane çiyayê Şingalê, hinek jî ketine destên terorîstên DAIŞê û bi awayekî hovane mêr şehîdkirin û jin û keçên wan pê bazirganî kirin û birin navçeyên bin kontrola wan de li Sûriye û Êraqê, beşeke din ji keç û jinan wek diyarî ji serkirde û fermandarên DAIŞê re hatin dayîn.

DAIŞ komkujî pêk anî

Bi dagîrkirina navçeya Şingalê û derdora wê re DAIŞê dest bi komkujiyan kir û çend welatiyên sivîl ên wê deverê şehîd kirin.

Bi balafiran xwarin û alîkarî ji penaberên li Çiyayê Şengalê re hatin şandin
Ji ber hebûna hejmareke zêde ya welatiyan li çiyayên Şingalê û rewşa nebaş a jiyana wan, destpêkê av û betanî ji firokexaneya Bexdayê û xwarin û ji Herêma Kurdistanê xwarin û kelûpel   wergirtin.

Serê Êzdiyan dibrîn
DAIŞê 80 zilamên êzîdî li gundekî êzîdiyan serjê kirin. Bi kamyonan êrîşî gundekî kiribûn û ji wan xwestibûn ku bibin misilman, lê wan qebûl nekir û piştre DAIŞê di nav saetekê de 80 zilamên êzîdî ji gund kom kirin û serê wan jê kirin û hemû jinên wan ber bi gundê Tileferê ve revandin.

Ji her alî ve hêz ketin Şengalê
Dagirkirina Şengalê hêzên çekdar ên her çar parçeyên Kurdistanê bersiv da û ji bo vê jî gerîlayên PKK’ê weke hêzeke Kurdistanî ji bo alîkariya Êzdiyan xwe gihandin navçeyê.

YNKê mfrezeyek ava kir
Li hember koçberbûna welatiyên êzîdî ber bi çiyayê Şingalê ve, ew hêzên biçûk ên Pêşmerge ku li nêzîkê wê mane hemû hêzên YNKê bûn û erkê wan ew bû ku welatiyên li çiya ji terorîstan biparêzin û komkujî çênebe, heta ku ji destê terorîstan bên rizgarkirin, zêdetirî 100 pêşmergeyên YNKê di berevaniyê de şehîd bûne û xwe ji bo parastina Êzdiyan kirine qurbanî.

Êzidî xwediyên ola herî kevn a Êraqê ne
Êzidiyên ku demeke dirêj li Şengalê ne, xwediyên ola herî kevn a Êraqê ne hejmara wan di navbera 600 û 650 hezar kesî de ne di dîrokê de bi 73 qirkirinên komî re rû bi rû mane, ya herî dawî di destê DAIŞ’ê de ye.

Jenosîda Êzdiyan
Piştî dagirkirina Şengalê, di 15-8-2014’an saet 23:00’an de çeteyên DAIŞ’ê sûcên herî hovane li dijî şêniyên Êzidî yên gundê Koço pêk anîn, bi biryarê tawanbarê DAÎŞê Waliyê Mûsilê Ebû Lays ku navê wî yê rast Ridwan Talib Hemdûn e nêzî 500 ciwan û jin li cihên cuda hatin kuştin û di 16 gorên komî de hatin definkirin. herweha bi sedan jin û keçên wan jî li bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin, rastî destavêtinê hatine û bi awayekî nemirovane hatine firotin.

Lêpirsîna bêencam
Piştî demeke dirêj ji jînosayda Şengalê, encamên komîta lêkolînê ya ji bo ji dest dana Şengalê hate avakirin, navên 30 fermandarên leşkerî yên Pêşmerge ku bi jidestdana Şengalê li Şengalê tên sûcdarkirin, li cem rayedarên herêmê ye.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket