YNKê şoreşek ji bo rastkirina rêbaza rêveberiya enerjiyê ragihand
Kurdistan 07:34 PM - 2023-08-02
PUKMEDIA
Qanûna petrolê û gazê
Armanca Yekîtiya Niştimanî ji bo petrol û gazê di qonaxa niha de veberhênana vê dewlemendiya niştimanî ya girîng e ji bo xizmetkirina welatiyan û bilindkirina asta jiyana wan, ji bo vê yekê Yekîtiya Niştimanî dest bi şoreşekê kir ji bo serrastkirina rêbaza hukimdariyê li sektora neft û gazê û Serok Bafil Celal Talebanî îro li Bexdayê beşdarî civîneke berfireh li ser proje yasaya petrolê bû û tekez kir: "Pêwîstiya lihevkirin û têgihiştinê derbarê pirojeyê û derxistina yasaya neft û gaze de heye, ku dibe alîkar ku xizmeta welatiyan, aramiya siyasî û aborî û ji nû ve avakirina welat."
Beşdariya Serok Bafil rola YNKê di projeyê de diyar dikeŞêwirmendê Nivîsgeha Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwediyê bawernameya masterê di warê neft û gazê de Rêbwar Mihemed di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: “Beşdarbûna Serok Bafil Celal Talebanî di civîna gotûbêjkirina projeyasaya neft û gazê de, rola girîng a Yekîtiya Niştîmanî nîşan dide û Serok Mam Celal pêşeng bû îro jî Serok Bafil jî heman rêyê dişopîne.”
Rawêjkarê ofîsa ragihandinê got jî: Helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di dema borî û niha de li ser dosyaya neft û gazê diyar e, ku samanên xwezayî bibin fakterek ji bo dabînkirina jiyana xelkê, başkirina jiyana wan û bidestveanîna aramiya siyasî, aborî û civakî."
Qanûna Petrol û Gazê dawî li yekdesthilatdariyê tîneYasaya neft û gazê li Civata Nûneran dê selika dahata sektora neft û gazê li herêmê û Bexdayê bike yek û yekdeshilatdariyê bi dawî bike û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji enerjiya mezin a Iraqê sûd werbigirin.
Şêwirmendê Nivîsgeha Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo Enerjiyê Behcet Ehmed di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: "Serokomar Mam Celal di nivîsandina destûra bingehîn a Iraqê û avakirina saziyên dewletê de roleke sereke lîst û niha jî Serok Bafil Celal Talebanî heman rola xwe dilîze. Rola di nivîsandina proje yasaya neft û gazê de, ku yek ji giringtirîn yasayên piştî destûrê ye, ji ber ku yasaya neft û gazê dê yekdeshilatdariya sektora neft û gazê li navçe û Iraqê bidawî bîne.
Behcet Ehmed tekez kir: “Piştî biryara Dadgeha Federalî di 15/2/2023an de derbarê bidawîhatina yasaya neft û gazê li Herêma Kurdistanê, herêm ketiye nav valahiyeke yasayî li ser vê mijarê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewl dide ku şaşiye berê rast bike di warê enerjî û samanên xwezayî de bi rêya yasaya navendî ku selika dahata neft û gazê li navçe û Iraqê yek dike, da ku welatiyên Herêma Kurdistanê sûdê ji hinardekirina zêde ya di warê enerjiyê de li Iraqê werbigirin.
Stratejiya Yekitiya Niştimanî serrastkirina rêbaza hukimdariyê di warê neft û gazê de yeYasaya neft û gazê dê rê li ber qaçaxçîtiya vê dewlemendî û dagîrkirina bîrên petrolê ji aliyê kompani, kes û sektora taybet ve wê bigre û rê li ber dana xerciyên mezin bo kompaniyan bigire, wek ku di dema borî de di dema hinartina petrolê de qewimî di nefta Herêma Kurdistanê de , lê belê yasaya neft û gazê dê dahata Herêm û Iraqê di warê enerjiyê de rêk bike û bibe alîkar bo bilindkirina dahata darayî û geşepêdana aborî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

