Brîtanya kiryarên DAÎŞê li dijî Êzidiyan weke Jînosayd bi nav dike
Kurdistan 12:36 PM - 2023-08-02
PUKMEDIA
Êzdî
Hikûmeta Brîtanyayê roja 1-8-2023 kiryara ku rêxistina
terorîst a DAIŞê di sala 2014an de li dijî Êzîdiyan li Êraqê pêk anîbû weke
"jîenosayd" nirxand, li gorî ku Wezareta Derve ya Brîtanya di
daxuyaniyekê de ragihand, ku ji aliyê ajansa France- Presse.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Brîtaniya duh (Sêşemê) bi
fermî pejirand ku DAIŞê di sala 2014an de li dijî Êzidiyan qirkirin pêk aniye."
Heya niha, Brîtanya çar bûyerên jînosaydê nas kiriye: Holokost,
Riwanda, Sirîbirînîtse (Bosna û Hirsek) û qirkirina li Kambodiya.
Ofîsa Komonolsa biyanî û Geşepêdanê got ku ev daxuyanî
hevdem ligel salvegera neh salî ya "hovîtîya" ku rêxistina Dewleta
Îslamî li dijî Kurdên Êzidî li Êraqê pêk anîne, tê.
Êzîdiyên ku ji ber ola xwe bûne hedefên Dewleta Îslamî, di
dema desthilatdariya terorîstan a salên 2014-2015’an de, li navçeya Şengalê ku
mala kevneşopiya êzîdiyan e, rastî komkujî, zewaca bi zorê û dîl hatin girtin.
Wezîrê Derve yê Brîtanya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Tariq
Ehmed, di daxuyaniyekê de got: "Êzîdî neh sal berê ji destê DAIŞê gelek êş
kişandin, û encamên wê îro jî têne hêskirin." Edalet û berpirsiyarî ji bo
kesên ku jiyana wan wêran bûye girîng e.
Berê jî hikûmeta Brîtanyayê hovîtiya DAIŞê ya li dijî
êzîdiyan şermezar kiribû, lê ew yeka ne gihîştibû wê yekê kubi Jînosaydê bi nav
bikin.
Parlemana Almanyayê (Bundestag) di meha Çile ya borî de,
tawanên rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî êzîdiyan li Êraqê wek jînosaydê nas
kir û rêze tedbîrên piştevaniyê ji bo Êzdiyan pêşniyar kir.
Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Êzdiyên Revandî ya Hikûmeta
Herêma Kurdistanê, dema ku DAIŞê êrişî navenda wan li parêzgeha Nînewa kir,
zêdetirî 6 hezar êzdî dîl hatin girtin û heta niha zêdetir ji 2,000 kes jî
winda ne.
Li gorî ofîsê, zêdetirî 120,000 êzîdî ji Êraqê reviyane ji
dema ku DAIŞê dest bi êrîşa xwe kiriye, û bi deh hezaran kesên ku li deverê
mane di kampan de dijîn
PUKMEDIA/ AFP
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

