Hikûmeta Brîtanyayê komkujiya Kurdên Êzidî bi awayê fermî nas kir
Kurdistan 04:52 PM - 2023-08-01
Arşîv
Dîmenê komkujiya Kurdên Ezdî
Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li ser malpera xwe ya fermî, derbarê komkujiya bi destê DAIŞê ya li hemberî Kurdên Êzidî de daxuyaniyek da.Di daxuyaniya xwe de Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku hikûmeta wî welatî îro bi awayê fermî qebûl kir ku DAIŞê sala 2014an li hemberî Kurdên Êzidî komkujî pêk aniye.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Tariq Ehmed got: “Beriya 9 salan, xelkê Êzidî ji destê DAIŞê gelek êşên mezin kişand û bandora wê êşê heta îro jî tê dîtin.”
“Îro me biryareke dîrokî da"Tariq Ehmed tekez kir ku dadperwerî û lêpirsîna derbarê tawanbaran de mijarên girîng in û got:“Îro me biryareke dîrokî da ku li hemberî Êzidiyan komkujî hatiye kirin. Ev biryar pabendbûna me xurt dike ku em piştrast bin ew dê tezmînateke guncav bistînin û dadperweriyeke watedar bi dest bixin.”Bi gotina Tariq Ehmed, dê Brîtanya rola xwe ya ji bo nehiştina DAIŞê bidomîne.
Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn herwiha got: “Brîtanya dê di avakirina civakên ku wan ji ber terora DAIŞê zirar dîtiye de rola xwe bilîze.”Hikûmeta Brîtanyayê beriya niha komkujiya DAIŞê ya li hemberî Kurdên Êzidî şermezar kiribû lê bi awayê komkujî nas nekiribû.
Komkujiya Kurdên ÊzidîRoja 3ê Tebaxa 2014an, DAIŞê piştî êrişî çend parêzgehên Iraqê kiribû bi awayekî berfireh êrişî navçeya Şingalê û derdora wê jî kir.
Herêma Şingalê, zêdeyî salekê di bin kontrola DAIŞê de ma.DAIŞiyan bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin û herwiha bi hezaran keç û jin û zarokên Kurdên Êzidî jî dîl girtin. Her di wê êrîşê de bi sed hezaran xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn û heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin cih û warên xwe.
Li aliyê din, heta niha 10 welatan komkujiya li hemberî Kurdên Êzidî bi awayê fermî nas kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

