Fraksiyona YNKê 10 daxwazan pêşkêşî serokwezîr bike
Kurdistan 09:19 PM - 2023-07-31
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de ku ji PUKMEDIA re şandiye, deh daxwazan pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî dike û daxwaz dike:’’Divê pişka Herme yan jî pêşnûmeyekê ji bo dabeşkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne, ku nêzîkî du mehan e nehatiye dabeşkirin û barekî mezin çêkiriye . Di bersivê de serokwezîr tekez kir ku emê di demek nêzîk de ji bo mûçeyan pereyan bişînin herêmê.’’
Teksta daxuyaniyê:
Îro danê êvarê şandeke fraksiyona YNKê li civata nûneran ku ji serok û hejmarek endamên frakisyonê pêk dihat, serdana serokwezîr Mihemed Şîe Sûdanî kir.
Fraksiyona YNKê di civîneke dostane de çendîn daxwazên niha yên gelê Kurd pêşkêşî Serokwezîr kirin ku yên herî girîng ev bûn:
1. ’’Divê pişka Herme yan jî pêşnûmeyekê ji bo dabeşkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne, ku nêzîkî du mehan e nehatiye dabeşkirin û barekî mezin çêkiriye . Di bersivê de serokwezîr tekez kir ku emê di demek nêzîk de ji bo mûçeyan pereyan bişînin herêmê.
2. Veqetandina bûdceyekê weke diyarî ji aliyê Serokwezîr ve ji bo parêzgeha Helebce.
3. Naskirina zanîngehên Germiyan, Cermo û Raperîn ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê ve.
4. Veqetandina bûdceyek du milyar dînar bo testa DNA ya 171 termên qurbaniyên Enfalê li Germiyanê ku niha li pizîşkiya dadwerî li Bexdayê ne.
5. Cîbicîkirina pirojeya ava Goptapa-Çemçemal ku dê pirsgirêka ava vexwarinê ya Çemçemalê çareser bike wek diyarî ji bo paytexta enfalkiriyên Kurdistanê.
6. Çêkirina nexweşxaneyek ji bo tespîtkirina zû ya penceşêrê li Silêmaniyê.
7. Xebatên ji bo rakirina dorpêça hewayî ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê zêde bikin.
8. Çareserkirina pirsgirêkên zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd li Kerkûk û derdora wê, ji bo vê mebestê, serokwezîr got ku ew ligel wezîrê dadweriya Iraqê axivîne û biryare komîteyek ji wezaretên pêwendîdar û operasyonên hevbeş û parlamenterên parêzgehan bê avakirin.
9. Parastina hevsengiya postên îdarî û kar li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên dervayî idareya Herema Kurdistan.
10. Çêkirina bendavan ji bo komkirina avê ji bo çareserkirina pirsgirêkên kêmbûna avê.
Serokwezîr spasiya siyaseta hevseng û berpirsane ya YNKê di warê rûbirûbûna pirsên siyasî yên Iraqê û piştegiriya hikûmeta Iraqê kir.
Derbarê daxwazên fraksiyona YNKê de jî, serokwezîr got, dê li ser hemû daxwazan gotûbêj bikin û biryarên pêwîst bidin.
Serokê Fraksiyona YNKê spasiya serokwezîr kir û piştevaniya YNKê ji bo serkeftina pêngavên hikûmetê bo xizmetkirina gel û çaksaziyê dûpat kir.
Her wiha tekezî li ser daxwazên Fraksiyona YNKê kir, ku daxwazên gelê kurd in.
Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê
31/ 7 /2023
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

