Daxuyaniya dawî ya civîna Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat
Kurdistan 07:53 PM - 2023-07-30Civîna PDK û YNK
Demek berî niha civîna polîtburoyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Debaşan a bajarê Silêmaniyê bidawî hat.
Naveroka daxuyaniya dawî wiha ye:
Daxuyaniya dawî ya civîna Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
“Îro, polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê civiyan û piştî gotûbêjkirina pêşhatên rewşa navçeyê bi giştî û Êraq û Kurdistanê bi taybetî, her du aliyan tekezî li ser parastina Herêma Kurdistanê kû mafên wê yên destûrî kirin û hemû hewlên xwe ji bo rûbirûbûna kêşeyan di berjewendiya welatiyan de û çareser kirina kêşeyên wan kir.
Her du alî bi armanca xurtkirina xebatên hevpar li ser van xalan li hev kirin:
1- Her du alî piştgirî didin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema ku Serokê Herêma Kurdistanê piştî şêwirîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê diyar kiriye.
2- Ji bo xizmetkirina zêdetir ji bo girseyên gelê Kurdistanê di hemû waran de, astengî û cudahiyên biçûk li aliyekî bên danîn û bi hev re ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve bimeşin.
3- Me biryar da ku proseya birêxistinkirina hêzên Pêşmerge berdewam bikin.
4- Her du aliyan biryar dan ku piştgiriya rêkeftinên pêkanîna kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
5- Ji bo nêzîkkirina nêrînan, rûbirûbûna kêşeyan û kontrolkirina astengan, me biryar da ku civînên xwe yên dualî berdewam bikin û bi ruhekî Kurdistanî û niştimanî bi hemû aliyan re hemahengiyê bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
04:04 PM - 2024-05-17
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
11:14 AM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Derbaz Kosret: Amrîkî giringiyê didin serencên serok Bafil
Kurdistan 04:04 PM - 2024-05-17 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 11 milyar dînar e
Kurdistan 11:14 AM - 2024-05-17 -
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
Kurdistan 07:38 PM - 2024-05-17 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
Kurdistan 11:27 AM - 2024-05-17 -
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
Kurdistan 10:19 AM - 2024-05-18