Darayî Parlementoyê: Karkirina bi yasaya bûdceyê dibe sedema bilindbûna nirxê dînar

Êraq 01:17 PM - 2023-07-28
D.Nermîn Mairûf PUKMEDIA

D.Nermîn Mairûf

Budceya 2023

Tê pêşbînîkirin ku di rojên bê de nirxê dînarê Êraqî li hember dolarê Amerîkî zêdebûneke berçav tomar bike û endamekî Komîteya Darayî ya Parlamentoyê jî tekez dike ku “Ti hinceteke fermî ji bo bilindbûna nirxê dolarê li hember dînarê tine ye, lê belê sedema wê nebûna dolar û gotegotên li bazarê hene."
 Endama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Êrraqê D.Nermîn Maarûf di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Nebûna dabînkirina dolar ji aliyê Banka Navendî ve û gotegotên ku li bazar û tora civakî belav dibin bandor li kêmbûna nirxê dînarê Êraqî li hember dolarê Amerîkî kir, lê di dawiyê de ti biryareke fermî derbarê bilindkirina nirxê dolar li hember dînarê nîne û nirxê dînarê dê di demeke nêzîk de dest bi bilindbûna nirxê bike.
Got jî: Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: "Hikûmeta Êraqê neçar e ku dolarên di destê xwe de yên ji firotina neftê ber bi bazarê ve bihêle û bi dînar biguhere, da ku mûçeyan dabeş bike û projeyan temam bike, ku ev yek dibe sedema zêdekirina dabînkirina dolar li bazarê û bi vî awayî kêmbûna nirxê wê", da zanîn ku "ketina qanûna bûdceyê warê cîbicîkirinê jî dê bibe sedema bilindbûna nirxê dînar li hember dolar, ji ber ku li gorî qanûna bûdceya federal nirxê 100 dolarî 130 hezar dînar hatiye diyarkirin.
  Di rojên derbasbûyî de, nirxê dolar li hember dînarê Êraqî zêdebûneke berçav tomar kiribû, heta ku nirxê 100 dolarî gihişte zêdetirî 158 hezar dînar, lê ji duh pêncşemê ve nirxê dolar dest bi daketina xwarê kir û îro jî bihayê 100 dolarî gehişte 154250 dînar.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket