Lihevkirin li ser rênimayan xerckirina mûça astang dike
Kurdistan 12:21 PM - 2023-07-27
PUKMEDIA
Budce
Ji ber
lihevnekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî derbarê rênimayên taybet
bi cîbicîkirina bûdceya federalî, proseya dana mûçeyê fermanberên Herêma
Kurdistanê hat paşxistin.
Endama Lêjneya
Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dr.Nermîn Mairûf ji malpera fermî ya Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re dibêje: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir
li ser dosyeyên darayî û mûçeyên darayî yên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta
federal re li hev kiribû û peyman di budceya federal de hate destnîşankirin.
Û wê got jî: Şanda
herêmê, ku niha seredana paytext, Bexdadê dike ji bo lihevkirina li ser
rênimayên cîbicîkirina bûdceyê hat, û ne lihevkirina di navbera hikûmeta
fêdêral û hikûmeta herêma Kurdistanê de, ji ber ku ew rêkeftin jixwe heye.
Dr. Nermîn Mairûf
got: Hikûmeta federal gavên cidî ji bo cîbicîkirina rênmayên bûdceyê avêtiye,
di nav de dosyaya darayiya Herêma Kurdistanê û şandina beşek ji xercên darayî
ji aliyê hikûmeta federalî ve ku girêdayî wê rêkeftinê bû.
Roja 26.06.2023
Rojnameya Îraqî ya girêdayî Wezareta Dadê ya Federal yasaya jimare (13) ya sala
2023an “Bûdceya Giştî ya Federalî ya Komara Êraqê bo salên darayî
(2023-2024-2025)” weşand.
Ji ber vê yekê
diviyabû yasaya bûdceya federal piştî ku Serok Komarê pesend kir û di RojnameyaÊraq
de hat weşandin biketa ware cîbicîkirinê.
Êraq piştî gotûbêj
û civînên dûr û dirêj di navbera hêzên siyasî û partiyan û baskên parlamentoyê
de dest bi mezintirîn bûdceyê kir, ji ber ku bûdce 134 trîlyon û 500 milyar
dînar e, ji ber ku pişka Herêma Kurdistanê di wê bûdceyê de dê 20 trilyon dînar
be. rêjeya (12,67).
Hikûmeta Herêma
Kurdistanê salane 9 trîlyon dînar ji pişka xwe ya bûdceyê ji bo mûçeyên
karmendan terxan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

