Cotkar: Ger pirsgirêkên me çareser nekin emê biçin cem Serok Bafil

Kurdistan 11:38 AM - 2023-07-24
Cotyar Rûdaw

Cotyar

Aborî Duhok Hewlêr

Cotkarekî Duhokê ji Rûdawê re got, eger pirsgirêka me çareser nebe emê ji bo çareserkirinê biçin serdana Bafil Talebanî bikin  li bajarê Silêmaniyê.

Cotkarên Duhok û Hewlêrê hember wernegirtina genimê xwe nerazîne û cotkar jî rojane li ber sayloyan çalakiyan li dar dixin û daxwaz dikin ku genimê wan bê pirsgirêk bê wergirtin wek parêzgeha Silêmanî û Helebce.
Ji bo wergirtina genim li Sayloyan hejmar henebeşek ji cotyarên Hewlêr û Duhokê ku hejmara wan hene û ev hefteyek li sereya wergirtina genim sekinîne ji wan re hatiye  gotin ku beşe wan nema ye û ev yek jî bûye sedema pirsgirêkan, ji ber wê jî li ser daxwaza Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, komîteyek ji bo eşkerekirina rastiyan di Encûmena Wezîran de hatiye avakirin.
Hîwa Elî Ebdulrihman wiha pêdeçû ku: Tevî ku heta niha encamên wê komîteyê nehatine eşkerekirin, lê bi rêya ofîsa serokwezîriyê ve hatiye ragihandin ku ji cotkarên ku hesabê wan hebû û mafê wan ê wergirtinê nebûye li sayloya Şemamk genim wek Êraqê bi 850 dînar jê tê wergirtin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket