Peyama Şêrwan Şêrwanî ji bo rojnamevanên bajarê Badînan

Kurdistan 09:58 AM - 2023-07-24
Şêrwan Şêrwanî PUKMEDIA

Şêrwan Şêrwanî

Rojnamevanan Herêma Kurdistanê

Dengên opozisyonê li hember biryara dadgeha Hewlêrê ya derbarê rojnamevan û çalakvanê sivîl Şêrwanî Şêrwanî de ku bi tometên sexte 4 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, zêde dibin û rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û medyakar daxwaz dikin ku rojnamevan Şêrwan Şêrwanî bê sînor û şert tavilê were berdan.

Rojnamevan di wê baweriyê de ne ku reftarên dadgehê bi rojnamevan Şêrwan re di bin fişara hizbî de ye, ev jî peyameke zelal e bo rojnamevanan ku di bin bandora Partiya Demokrat de kar dikin bo tepisandina dengên rexnegir û lawazkirina azadiya derbirînê.

Qanûna çapemeniyê di meriyetê de ye

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) piştrast kir: Dubare dadgehkirin û sizakirina rojnamevan û çalakvanê sivîl Şêrwan Şêrwanî ne di cih de ye, ji ber ku dadgehê ew bi 6 salan mehkûm û bêalîbûna dadgehê dixe bin pirsan.
Got jî: awayê reftara bi Şêrwan Şêrwanî, peyameke zelal e bo rojnamevanan bi giştî û rojnamevanên ku li herêma Hizba Demokrat kar dikin, nexwe li herêmê yasaya karê rojnamevanîyê heye, ku li gorî wê yasaya karê rojnamevanî di egera binpêkirinan de, divê bê dadgehîkirin.

Rojnamegerên li navçeya PDK heta kengî wê bê deng bin

Ji destpêka avakirina kabîneya niha vepêşbînî li ser sîstemeke polîsî li hember rojnamevanan hebû, nemaze li herêma Hizba Demokrat, ji ber ku rêxistinên navdewletî yên bi azadiya rojnamevaniyê ve mijûl in, hişyarî dan ku jîngeha medyayî li herêmê ne rewşeke xwezayî ye.
Kerwan Enwer dibêje: "Tevî ku me çaverê dikir ku rewşa rojnamevanan bi sedema pêkanîna sîstema polîs xirab bibe, lê heta kengê dê rojnamevan li hember van binpêkirinan û rewşên xirab ên ku rûbirûyê wan dibin, bêdeng bimînin...? Bi taybetî di bin desthilata Partiya Demokrat de, û raportên navdewletî nîşan didin ku jîngeha Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan ne guncaw e."
Got jî: Me wek şaxê Silêmanî yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê helwestên me yên zelal derbarê binpêkirinên rojnamevanan hebû, lê em li hember bêdengîya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û nedana beyanekê li ser dosya Şêrwan Şêrwanî matmayî ne, divyabû parastina mafên rojnamevanan bike.

 

Sînordarkirina azadiya Şêrwan Şêrwanî li hemberî dengê azad neheqî tê dîtin

Armanca dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî lawazkirina azadiya derbirînê û şandina peyameke nerasterast li dijî rojnamevan û çalakvanên Badînan e.
Koordînatorê Navenda Mîtro ya Berevanîkirina Mafên Rojnamegeran Rehman Xerîb ji PUKMEDYA re ragihand: Ji destpêka dadgehkirina çalakvan û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî ve, rêkarên dadwerî yên dadwer ne şopandine.
Got jî: nebûna dadwerî û destêwerdana hizbî di prosesa dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî de, bi mebesta tepiskirina dengên cuda û lawazkirina azadîya derbirînê tê.

 

Peyam ji her kesî re
Rehman Xerîb her wiha got: Biryara vê dawiyê ya li dijî çalakvan Şêrwan Şêrwanî peyameke hikûmetê ye bo hemû rexnegir, rojnamevan û çalakvanan ku çarenivîsa wan ji ya Şêrwan Şêrwanî baştir nabe.
Wî jêderî eşkere kir: Bêparkirina azadiya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî, neheqî ye li hember hemû gelên azad û em vê biryarê red dikin, ji ber ku destêwerdana siyasî ji bo wî eşkere ye.

Biryarên dadgeha Hewlêrê ji ber zextên hizbî hatin

Di çarçoveya îtirazên dosyaya rojnamevan Şêrwan Şêrwanî de, di 23.07.2023ê 17 saziyên ragihandinê û 150 rojnamevanî, di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek belav kirin û tê de tekez kirin: Dadgeha Hewlêrê bêyî ku bi hinceteke rasteqîne û li ser hîç giliyek hizbî hebe, 4 sal cezayê girtîgehê li dijî rojnamevan û çalakvanê sivîl Şêrwanî da.
Di daxuyaniyê de hatiye: “Sizakirina Şêrwan Şêrwanî tekez dike ku Herêma Kurdistanê roj bi roj di warê azadiya derbirrîn, azadiya çapemeniyê, maf û demokrasiyê de ber bi kêmbûnê ve diçe, ji ber ku hebûna desthilateke nedadperwer û dijminê azadiyê bûye jîngeheke metirsîdar bo rojnamevan û dengên azad.
Kemal Reûf ku di civîna çapemeniyê de daxuyanî da û wiha got: "Em weke rojnameger neheqiya bi nave qanun û dadê li ser hevrêyê me Şêrwan Şêrwanî hatiye kirin, red dikin û van kiryaran şermezar dikin. Em maf û qanûnên têkildarî azadiya çapemeniyê teqez dikin, lewma em ê rê nedin rojnamevanê ku bi heman rengî serbest bê berdan.
Gelê Kurd ji bo azadiyê şer kir, gel jî azadiya xwe bi dest xist, lê hewldan hene ku azadiyan bisînor bikin, ku xala herî mezin a nakokiyê di navbera hikûmet, rojnamevan û azadîxwazan de ye, bi taybetî di kabîneya hikûmetê ya heyî de.
Li gorî raporên navdewletî, hikûmeta niha rastî kêmbûneke berçav a azadiya derbirînê û azadiya rojnamevaniyê hatiye û hikûmeta niha jî zextên xwe li ser çalakvan û rojnamevanan zêde kiriye û rojnamevan di wê baweriyê de ne ku Herêma Kurdistanê bûye jîngeheke ne guncaw ji bo rojnamevanan, ji ber ku rojnamevan ji ber karê xwe yê rojnamevanî, rûbirûyê metirsiyan dibin ser jiyana wan.

 

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Konferansek li ser vegera penaberan

Kurdistan 05:23 PM - 2024-05-10 Konferansa vegera penaberan hat lidarxistin

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket