CPT: Sîstema Dadweriyê Weke Amûreke Siyasî tê bikaranîn
Kurdistan 01:12 PM - 2023-07-22
PUKMEDIA
Serokê Koma CPT ya Kurdistana Êraqê
Doza Şêrwan Şêrwanî û girtiyên Badînan dengê Tîmên Aştîxwazên Civaka Kurdistana Iraqê (CPT) bilind kir û ragihand: “Sîstema dadwerî bi temamî têk çûye, ne serbixwe ye, lê rastî destwerdana siyasî tê.” Serokê tîma Kurdistana Êraqê ya CPT’ê di civîneke çapemeniyê de derbarê doza rojnameger û çalakvanê Şerwan Şerwanî de, got: “Em hemû çavdêrên dadgeha Şerwanî dikin an jî di 20’ê Tîrmehê de me çavdêriya dadgehkirina Şêrwan Şêrwanî kir, ji bo parvekirina binpêkirinên ku me di pêvajoyê de dîtine em li vir in. ”
Wî got: "Me dît ku ew ne dadgehkirinek dadmend bû, berî destpêkirina dadgehê destûr nedidan parêzerên bergiriyê ti materyalan bibînin, gelo kesek çawa dikare bi rêkûpêk berevaniyê li xwe bike ger nizane li hember çi xwe diparêze?"
Wî her wiha got: "Me jî dît ku ew hukmek ne dadmend û sizayeke nedadmend bû, dema dadgehê şahidan anîn da ku li dijî Şêrwan Şêrwanî îfade bidin, hemû şahidan gotin ku me destûr daye Şêrwan Şêrwanî."
Got jî: “Zindana Hewlêrê amaje bi wê yekê dikir ku ev yek ziyanê digihîne navûdengê wan, lêbelê belgeya ku ev argumana sexte hatiye kirin li hundirê girtîgehê belav bûye, lewma çawa dibe ku bandor li navûdengê wan were kirin.’’
"Em ji muameleya li ser girtiyan jî bi fikar in, em ji bikaranîna îşkenceyê, gihandina piştgiriya bijîşkî û gihandina çavkaniyên qanûnî bi fikar in.""Mixabin, gelek eşkere ye ku destwerdana siyasî di sîstema dadweriyê de heye, ew ne serbixwe û azad e, sîstema dadwerî weke amûreke siyasî ji bo cezakirin û tepeserkirina çalakvan û rojnamevanan tê bikaranîn. Hikûmet sîstema dadweriyê ji bo tepeserkirina azadiya gotin û azadiya çapemeniyê bikar tîne." Ji bo çalakger û rojnamegeran ne cihekî ewle ye ku li dijî neheqiyê derkevin."
"Em daxwazin ji bo azadkirina Şêrwan Şêrwanî û hemû girtiyên Badînan dikin, em bang li hemû konsulxaneyan û parlamenterên civaka navdewletî jî dikin ku dengê xwe bikar bînin û rêyên xwe yên dîplomatîk bikar bînin da ku zextê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin da ku pirsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û pirsa çawaniya destwerdana sîstema dadwerî ji aliyê aliyên siyasî ve ji bo parastina mafên mirovan."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

