Xanima Yekem :termên qurbaniyên Enfalê vegerînin
Kurdistan 12:53 PM - 2023-07-22
PUKMEDIA
Cenazeyên şehîdên Enfalê
Xanima Yekem Şanaz Ibrahîm Ehmed daxwaz kir ku hewlên zêdetir bidin û hevahengiya di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal de bihêztir bikin ji bo vegerandina termên qurbaniyên Enfalê yên ku di operasyonên Enfalê de ji aliyê rêjîma Sedam Beas ve hatibûn şehîdkirin.
Şenaz Ibrahîm Ehmed dibêje: “Ew hestiyên bi sedan qurbaniyên Enfalê yên ku ji aliyê rejîma dîktator a têkçûyî ve hatibûn şehîd kirin, ku berî zêdetirî sê salan li başûrê Êraqê di gorên komî de hatibûn dîtin, heta niha li Bexdayê ne û heta niha jî nasnameya van şehîdên bêguneh nehatine naskirin.”
Û wê got jî: "Hejmarek gorên bikom hene ku termên qurbaniyên operesyonên din yên nijadkujiyê hene ku hîn nehatine kolandin, û heta niha ti hevahengiyek di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çênebûye ji bo diyarkirina çarenivîsa termên van qurbaniyên bêguneh."
Xanima Yekem piştgiriya xwe ji vê proseyê re ragihand: "Em piştgiriya xwe ji bo tîma niştimanî ya pispor di lêkolîn û kolandinê de tekez dikin, ku ji Wezareta Karûbar û Parastina Gorên Komî yên Saziya Şehîdan, Beşa Pizîşkî ya Dadwerî li Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê pêk tê ji bo naskirina qurbaniyan û vegerandina termên wan ji bo malbatên wan."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

