Serokomarê Êraqê hişyarî da Swêdê
Îraq 09:34 AM - 2023-07-22
Medya Serokatiya Komarê
Serokkomar Abdulletîf Reşîd
Serokomarê Êraqê “bi tundî” şewitandina Quranê û alaya Êraqê li Swêdê şermezar kir û wek “tevgereke bêberpirsiyarî” bi nav kir û dibêje ku ev bûyer dibin sedema aloziyên zêdetir.
Serokomariya Êraqê Pêncşemê 20ê Temûza 2023an ragihand, “Serokkomar Abdulletîf Reşîd bi tundî tevgerên bêberpirsiyarî yên hewldanên dubare yên binpêkirina Pirtûka Pîroz a Xwedê û alaya Êraqê şermezar kir û ew bi matmayî li rênegirtina rayedarên Swêdî dinêre. Li ser dewletekê pêwîst e ku rêzê li bawerî û tiştên pîroz bigire, ev yek dê pirsgirêkê zêdetir aloz bike û hest û hêrsê berfireh bike.”
Li gor daxuyaniya Serokomariyê Dr. Reşîd “Bi rêyên dîplomatîk daxwazê ji Swêdê dike ku rêzê li hestên Misilmanan bigire û pêşî li vê tevgera şaş bigire.”
Serokomariya Êraqê her wiha piştgiriyê dide mafê raderbirîna aştiyane ya ji bo protestokirina van kiryaran.
..
Her wiha Serokwezîrê Êraqê jî hişyarî da hikûmeta Swêdê û dibêje, eger careke din di bin navê azadiya ramanê de rê bê dayîn ku kopiyekî Quran a pîroz jî li ser axa wan bê şewitandin, em dê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk li gel wî welatî qut bikin. Herwaha Sûdanî êrîşa li ser balyozxaneya Swêdê li Bexda şermezar kir û wek binpêkirina ewlehiyê pênase kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

