Saadî Pîra: Hikûmeta yekalî wê heta Degala biçe
Kurdistan 08:29 PM - 2023-07-21
PUKMEDIA
Endamê Mekteb Siyasî YNKê Saadî Ehmed Pîre
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinan amade ye, lê gazindên wê ji awayê birêveçûna proseyê heye, lê pêwendiyên wê ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nehatine guhertin û dê li ser mijarên berê berdewam bin û got:“Her aliyek ku bixwaze bi tena serê xwe hikûmetê li Herêma Kurdistanê birêve bibe,desthilata wî wê heta Degala be.”
YNK beşdarî civîna saziyeke navdewletî bûEndamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di bernameya taybet a kanala Gelê Kurdistanê de got:“Ez wek nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) beşdarî civînekî rêxistineke navdewletî ya hemû partiyên sosyalîst û demokrat bûm ku beşekin ji Enternasyonala Sosyalîst in,YNK ku endamê ve rêxistinê ye ,ji ber Serok Mam Celal ku berê cîgirê serok bû û piştî wefatê kirine YNKê serokê fexrî yê rêxistinê ye.’’
Jin di nava YNK’ê de cihên girîng digirinWî got:“Min behs kir ku hikûmeta ku me ava kiriye, hikûmeteke ji Kurd, Şîe, Sunne û pêkhateyên din e û di demeke kin de karî bo yekem car proje yasaya bûdceyê bo sê salan aram bike. Min jî behsa wê yekê kir ku jin li welatê me xwedî postên girîng in û zêdetirî ji sê parên me jinan di parlamentoya Êraq û Kurdistanê de hene."
YNK û PDK du partiyên hevrik inDerbarê peywendiyên YNK û PDKê û awayê rêveberiyê de jî Pîra got:Her aliyek ku bixwaze bi tena serê xwe hikûmetê li Herêma Kurdistanê birêve bibe, hikûmeta ta sînorê Degalayê ye, ji ber erdnîgariya welatê me, nexşeya siyasî û hesasiyeta wê piroseyê,ji min re eşkere ye ku bi hebûna du rêveberî û yan yek rêveberiyê ti alternatîfek ji bo bi hev re karkirinê nîne. Em û PDK du aliyên hevrik in, ne dijminên hev in."
PDK nikare bifikire ku ew partiya desthilatdar eSaadî Ehmed Pîre got:“PDK nikare bifikire ku ew partiya desthilatdar e. Bi baweriya min divê ev rewş were çareserkirin û em hewl bidin ku ji Zaxo heta Xaneqînê rewşek wisa çêbibe ku xelk bikarin bibin namzed.Divê em çalak bin, dengên nakok bitemirînin û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin, ji ber ku em di bin tehdîdê de ne û welatên cîran jî bi dronan êrişî me dikin.’’
Wî got:“Di civîna YNK û PDK’ê de bi min hêrsa Serok Bafil rewa bû, ji ber ku serokê YNK’ê gelek mijar dan aliyekî û rastî rexneyan hatin ji bo ku bigihêje encameke baş û navenda PDK’ê ne ewqas lawaz e ku her kes biaxive, bi taybetî di rewşeke wiha hestiyar de, ez difikirim ku ne tiştekî baş bû û nabe bê dubarekirin û nehiştina ramanên wiha pir baş e.’’
Werin em herêmê bigihînin peravê ewlePîrê lê zêde kir:“Pirsgirêka Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge, Wezareta Avakirinê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Darayî ji bo me girîng in, divê bi hemanet ve werin birêbirin , da ku armanca wan parastina herêmê , dijî destwerdanên derve û gihandina herêmê ber bi qeraxeke ewle be.
Saadî Ehmed Pîre di derbare hevdîtinên navbera YNK û PDKê de got:“Civînên navbera YNK û PDKê dê berdewam bin û ew mijarên ku hatine gotûbêjkirin dê neguherin û YNK jî wek partiyeke siyasî ji bo hilbijartinan amade ye, lê li ser awayê hilbijartinan giliyê xwe hene.’’
YNK ji bo hilbijartinan amade yeDi heman demê de, derbarê lidarxistina hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de, Pîra got:"PDK hewl dide di hilbijartinan de %51ê kursiyan bidest bixe. Bi baweriya wê YNK amade nîne. Lê ya rast YNK amide ye.Lewma em daxwaz ji welatiyan dikin ku li gorî bernameya aliyên siyasî beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin wê partiyê kê herî zêde xizmeta wan dike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

