Gendelî ziyaneke mezin dide berhemên cotkarên parêzgeha Hewlêrê
Kurdistan 12:35 PM - 2023-07-20
PUKMEDIA
Behema Genim
Demek dirêje proseyên wergirtina berhemê genim ji cotkarên
Herêma Kurdistanê dest pê kiribûn bo
hendkirina gotkaran da ku biçînin û berhemên
xwemalî biparêzin.
Li gor zanyariyên ku ketine destê PUKMEDÎyê, zêdetirî 40
hezar cotkaran li Herêma Kurdistanê li rûberekî ku zêdetirî du milyon û nîv
donim zeviyên çandiniyê ye, genim çandine.
Berhemên cotyaran li hemû herêmên Herêma Kurdistanê bê
pirsgirêk ji cotkaran werdigirin, lê li parêzgeha Hewlêrê ji ber gendelî û
bazirganiya neyasayî cotkar bi pirsgirêka negihîştina berhemên xwe re rû bi rû
mane.
Tişta ku li Hewlêrê rû daye ji ber gendeliyê yeBerdevkê Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî Ebdulrehman ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Tişta ku li parêzgeha Hewlêrê li ser kêşeya wergirtina genim ji cotkaran qewimî, ji ber gendeliyê derketiye.
Got jî: cotyaran rûbirûyê biryarekê bûne ku berhemên xwe yên çandinîyê wernegirin, ji ber ku pişkên xwe dane kes yan kompanyayên sektora taybet.
Gendeliya sîstematîkBerdevkê Wezareta Çandiniyê dibêje: Tişta ku li Hewlêrê qewimî, gendelî ye ji aliyê komek kafiroş û bazirganên ku bi debara jiyana cotkarên Hewlêrê lîstin hatiye kirin, lê heta niha ev mijar nehatiye ragihandin.
Got jî: Wezareta Çandiniyê komîteyek ji bo lêkolîna li ser vê proseyê û çareserkirina kêşeya cotkarên parêzgeha Hewlêrê pêk anî, lê heta niha encamên lêkolînê nehatine ragihandin.
Hikûmetê pirsgirêka me çareser nekirJi aliyê xwe ve nûnerê cotkaran li parêzgeha Hewlêrê got: Piştî nerazîbûna li hember bûyerên ku di seyloyên parêzgeha Hewlêrê de qewimîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku pirsgirêka me çareser bike.
Got jî: Em gelek dilgiran in ji mekanîzma danûstandinê bi me re, lê mixabin cihêkarî û kêmasî heye ku em pê re rû bi rû ne û ev 10 roj in em li ber dukanên wergirtina genim radiwestin.
Got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz da me ku dê berhemên me werbigire, lê soza xwe cîbicî nekir û li şûna ku berhemên me werbigire, ji çend kompaniyên sektora taybet wergirt û rêjeyek ji genim heye ku dema ku ji sayloyê ve tê wergirtin, ji dest diçe.
PUKMEDIA taybet
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

