YNKê piştgirî dide lîsteya hevbeş a Kurdî li navçeyên nakok
Kurdistan 07:15 PM - 2023-07-19
PUKMEDIA
Endamê Serkirdatiya YNKê Rêbwar Îsmaîl
Piraniya aliyên Kurdistanî piştgiriya yekrêziya rêzên Kurdistanî li Kerkûk û navçeyên nakok di hilbijartinên parêzgehan de dikin, ku tê çaverêkirin di dawiya îsal de bên kirin, di heman demê de endamekî serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku yeklîstîya partiyên Kurdistanî ji bo beşdariya di hilbijartinan de girînge û got: "Tevî ku YNK hêza yekem e li Kerkûkê, lê daxwaza yekrêziya aliyên Kurdistanî dike, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku tenê bi yekrêziyê em dikarin mafên Kurdan li van deveran biparêzin."
YNKê aliyên Kurdistanî kom kir di bin çetireki de
Dr. Rêbwar Îsmaîl endamê encûmena serkirdayetiya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê û nûnerê yekîtiyê di civîna partiyên Kurdistanî de di nava komîteya çalakiyên hevbeş ên partiyên çep Kurd de ku îro li Hewlêrê derbarê hilbijartinên encumenên parêzgehan de civiyan ragihand: “13 partiyên Kurdistanî beşdarî civîna komîteya çalakiyên hevbeş ên aliyên çepên kurd ên li ser hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê bûn, û hemû aliyên beşdar li ser giringiya hebûna lîsteyeke hevbeş a kurdî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê hemfikir bûn.
Got jî: “Tevî ku di hilbijartinên berê de me dengê yekem li Kerkûkê bidest xist, lê ji ber berpirsîyarîya dîrokî û şert û mercên hestyar ên van deveran, em ligel yekkirina rêzên partîyên Kurdistanî ne. Me serdana hêz û aliyên siyasî kir da ku nêrînên xwe li hev kom bikin û li ser têgihiştineke hevbeş û lîsteyek Kurdistanî pêk bînin."
Parçebûn giranî û pozîsyona Kurdan kêm dike
Her wiha got: Hilbijartinên encûmena parêzgehên Êraqê bo navçeyên nakok giringe û dem hatiye ku aliyên din wek YNK û 12 aliyên din hest bi berpirsyariya netewî bikin û hewla yekrêziya kurdan li wan deveran bidin ,parçekirina dengên kurdan li navçeyên nakok dê giranî û pêgeha kurdan li van deveran kêm bike, ev jî daxwaza dijberên me ye û mafên kurdan dixe metirsiyê.’’
Şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya endamê mekteba siyasî û berpirsê dezgeha helbijartinê Rizgar Hacî Hema serdana Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Dadwerî, Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û Partiya Komûnîst a Kurdistanê kir û li hember de jî her yek ji partiyan piştgiriya destpêşxeriya YNKê kirin û li gel YNKê jî li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê kurd yekdeng bin ji bo bidestxistina dengên herî zêde.
Di vê çarçoveyê de, îro Çarşemê 13 aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser vexwandina Komîteya Çalakiyên Hevbeş yên Partiyên Çep a Kurdistanê civiyan û daxwaz kirin ku lîsteya hevbeş a Kurdistanî ya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji bo beşdariya di parêzgehê de were avakirin di hilbijartinan de .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

