YNK..hewldaneke mezin ji bo yekkirina helwesta kurdan li navçeyên nakok
Kurdistan 02:06 PM - 2023-07-16
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza beşdariya Kurdan di hilbijartinên
encumenên parêzgehan de bi helwesteke yekgirtî yan jî bi lîsteyeke yekgirtî, bi
taybetî li navçeyên nakok dike, ku biryar e di dawiya îsal de were lidarxistin.
Û bi hewla xwe, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hertim
deriyên xwe ji bo hemû aliyên Kurdistanî ji bo yekxistina helwêstên kurdan, bi
taybetî ji bo beşdarbûna di hilbijartinên bê de, vekirî dihêle.
Yekitiya Kurdan bingeh eNûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sozan Mensûr di daxuyaniyeke taybet de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya bi hemû hêza xwe kar dike ji bo yekkirina helwesta Kurdan li navçeyên nakok bi taybetî li parêzgeha Diyale.
Herwaha got: Yekîtî tekezî li ser giringiya yekrêziya Kurdistanê dike û pêwîste hemû aliyên din ên Kurdistanî bi giringiya yekrêziya Kurdistanê li navçeyên dabrênrewekan bizanin.
Xizmeta xelkê navçeyên dabrênrewekanSûzan Mensûr dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hemû hilbijartinên borî de xwestiye û heta niha jî hewla yekkirina rêzên kurd û yekxistina helwesta Kurdan ji bo bidestxistina rêjeyeke zêde ya dengan daye.
Wê her wiha got: Helwesta kurdan ji bo xizmetkirina xelkê navçeyên nakokbar, bidestxistina hejmareke zêde ya kursiyan û garantîkirina mafên welatiyan pir girînge.
Yekkirina helwesta Kurdan ferz eEndamê xebatkarê Navenda Rêxistinên Xaneqînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Zanyar Cewher ji PUKMEDIA'yê re ragihand: Navçeya Xaneqîn li parêzgeha Diyalayê xwedî girîngiyeke mezin e û divê helwesta kurdan li wê derê bibe yek.
Got jî: Pêwîste yekhelwesta Kurd li parêzgeha Diyale were yek kirin bo parastina ziman, çand û resenîya Kurdan li parêzgeha Diyaleyê.
Rêya Serok Mam Celal bişopînin
Zanyar Cewher dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke
berê di serdema Serok Mam Celal de, deriyên wê ji hemû aliyên Kurdistanî re
vekirî ye û niha jî Serok Bafil Celal Talebanî heman rêyê dişopîne û dixwaze
helwesta xwe yekalî bike li navçeyên nekok.
Got jî: Hin aliyên siyasî hene ku naxwazin helwêsta kurdan
li navçeyên nekok bibe yek û ev yek jî ziyanê digihîne berjewendî û hêbeta
kurdan û dibe ku ew navçe li ber kempînên nû yên erebkirinê bin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

