Parlementar: Budce heta niha neketiye ware cîbicîkirinê
Kurdistan 12:07 PM - 2023-07-16Diravên Êraqî
Endama Lêjneya
Darayî ya Encûmena Nûneran Dr.Nermîn Maarûf ji PUKMEDIA re ragihand ku Pirojeyasaya
Budceyê ji ber nedana rênimayên taybet bi cîbicîkirina pirojeyasayê ji aliya
wezareta darayî ya Federal ve heta niha ne ketiye warê cîbicîkirinê.
Û wê got jî: Eger
bûdce nekeve warê cîbicîkirinê, hikûmeta Fîderal dê mûçeyên karmendan ji hikûmeta herêma
Kurdistanê re, bi du pişkan bişîne, ku her pişkek 400 milyar dînare.
D.Nermîn Maarûf
ekire kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji wan pereyan mûçeyên karmendan xerc bikin û bi rêye
dahatên navxwe wek deriyên sînorî temam bike.
Wê got: Bi
baweriya min wezareta darayî li hikûmeta federal dê di çend rojên bê de
rênimayên cîbicîkirina yasaya bûdceyê derbixe û dest bi cîbicîkirina bûdceyê
bike.
Roja 26.06.2023
rojnameya Êraqî yê Weqaê ya ser bi Wezareta Dadê ya Federalî yasaya hejmara
(13) ya sala 2023an “Bûdceya Giştî ya Federalî ya Komara Êraqê ya salên darayî
(2023-2024-2025)” weşand. ”
Ji ber vê yekê
diviyabû yasaya bûdceya federal piştî ku Serok Komarê pesend kir û di Rojnameya
Êraqê de hat weşandin biketa ware cîbicîkirinê.
Û cenabê Serok
Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd, roja Çarşemî 21.06.2023, yasaya budceya
darayî ya giştî ya federalî pesend kiribû.
Serok balkişand li
ser wê yekê ku pesendkirina bûdceyê xaleke zivirînê ye ji bo hikûmetê ji bo
cîbicîkirina bernameya xwe, ku têde peydakirina pêdiviyên pêwîst ên welatiyan, pêşkêşkirina
xizmetguzariyên serekî yên weke
tendirustî û xwendinê, nûavakirina jêrxanê û destpêkirina pirojeyên giring û
stratejî yên ku dê têde bin.
Cenabê wî amaje bi
wê yekê kir ku pêwîste kar ji bo mentiqkirina xerciyên hikûmetê, parastina
diravê giştî û pêşvebirin û cudakirina jêderên aborî di demekê de ku welat
rûbirûyê kêşeyên aborî û jîngehî bûye.
Serok Komarê her
wiha hewlên ji bo pesendkirina bûdceyê ji hemû aliyan ve, bi berçavgirtina
aliyên girîng ên kargêrî û sermayeguzariyê û dadperweriya li hember girûpên kêm
dahat, bi awayekî ku dadperweriya civakî pêk bîne, bilind nirxand.
Pejirandina cenabê
wî piştî wê yekê hat ku yasaya bûdceyê piştî dengdanê ji Civata Nûneran giheşte
Serokatiya Komarê.
Êraq piştî guftûgo
û civînên demdirêj di navbera hêz, aliyên siyasî û baskên parlamentoyê de dest
bi bûdceya herî mezin kir, ji ber ku bûdce 134 trîlyon û 500 milyar dînar e, ji
ber ku pişka Herêma Kurdistanê di vê bûdceyê de dê 20 trilyon dînar be. rêjeya
(12,67).
Hikûmeta Herêma
Kurdistanê salane 9 trîlyon dînar ji pişka xwe ya bûdceyê ji bo mûçeyên
karmendan terxan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
09:27 PM - 2024-05-05 -
Komîsyonê ji %90ê amadekariyên hilbijartinan temam kirine
12:02 PM - 2024-05-04 -
Qubad Talebanî: Mirina çend endamên komeke çiyageran em hemû xemgîn kir
10:53 PM - 2024-05-03 -
Asayîşê dest danî ser kargeheke çêkirina madeyên hişber
06:08 PM - 2024-05-02
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05 Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
72 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:41 AM - 2024-05-05
Şandeke YNKê li Dubey girêbestên çandinî û veberhênanê îmze dike
08:32 PM - 2024-05-04
Serok Bafil diçe Amerîka
05:42 PM - 2024-05-04
Talebanî ji Amerîkayê re: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide Kurdistanê
04:23 PM - 2024-05-04
zortrin xwendraw
-
Endamekî komîteya darayî: Pirsa bibankkirina mûşeya karmendan tê çareserkirin
Kurdistan 12:18 PM - 2024-05-05 -
Stran Ebdullah: Divê aliyên mezin li hember mafan xwedî berpirsyariyeke mezin bin
Kurdistan 09:27 PM - 2024-05-05 -
72 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:41 AM - 2024-05-05