Yekîtî wê kurdan li herêmên bi nakok bide qezenc kirin
Kurdistan 07:49 PM - 2023-07-15
PUKMEDIA
Hilbijartin
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku Kurd bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên parêzgehên Êraqê bibin,bi yek lîsteyê serkeftinê bi dest bixin û li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê bi ser bikevin ,da ku Kurd parêzgarê Kerkûkê bi dest bînin û dengên herî zêde li parêzgehên Nînowa, Diyala û Selahedîn jî bixin . Berpirsê Navenda Rêkxistinên Mûsilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa got:"Ji bo hevpeymaniyê ti xeta me ya sor li ser ti aliyekî nîne û em dixwazin hemû aliyên Kurdistanî li ser hilbijartinên dahatî yên parêzgehan li navçeyên nakok ligel YNKê li hev bikin.’’
Yekîtiya Niştîmanî yek lîsteyek Kurdî dixwazeBerpirsê Navenda Rêkxistinên Mûsilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Her çend ku Yekîtiya Niştimanî hêzeke bibandor e li parêzgeha Nînowa, lê deriyên wê vekirî ne ji hemû partiyên din ên kurdî re û dixwaze kurd beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Nînowa bibin bi yek lîst."
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî yekem partîya Kurdistanî ye ku hemû baregehên xwe li hundirê bajarê Mûsilê de vedike, daku zêdetir xizmetguzarî pêşkêşî hemwelatîyên bajêr bike, bi welatî û serokên eşîrên herêmê ve jî ve mijûl in li parêzgeha Nînowa, ji ber ku baweriya xwe bi hemû pêkhateyan heye.”
Berpirsê Navenda Rêkxistinên Mûsilê diyar kir, eger Kurd di hilbijartinên pêş de yekgirtî bin, dikarin hejmara herî zêde nûnerên xwe bişînin encumenên parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedîn. Parêzgeha Nînowa, li gorî parêzgehên din ku li navçeyên nakok, taybetmendiyek xwe heye, ji ber ku piraniya nifûsa wê ji neteweperestiya ereb in û eger dengên kurdan li ser çend partiyan bên dabeşkirin, ev yek dibe sedema lawazbûna giranî û statûyê ya Kurdan, lê bi yekrêziya deng û helwestê, em dikarin dengên beşeke mezin ji navçeyên parêzgehên ku Kurd tê de dijîn bi dest bixin.
Yekîtiya Kurd pirsgirêkên Şengalê çareser dikeLi ser heman mijarê Berpirsê Navenda Rêxistinên Şengalê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dawd Cundî Silêman jî ji PUKMEDIA’yê re got: “Pêkhat û aliyên Şengalê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê re hevaheng in ku pêwîstiya Kurdan bi beşdarbûna Kurdan heye. Hilbijartinên encûmenên parêzgehên Êraqê pêwîstî bi lîsteyek yekgirtî heye û got: “Armanca me yekrêziya kurdan li navçeyên nakokdar e,xizmet kirina hemû pêkhateyan ne tenê kurd , ji ber ku pêkhateyên din ên herêmê baş dizanin ku Kurd nebûne sedem û beşek ji nakokiyan, belku hertim hewl dane ku pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên cuda de çareser bikin.
Çêkirina lihevhatineke Kurd li navçeyên nakokLi ser pêşniyara Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), şandeke Mekteba Siyasî roja 12.07.2023ê serdana Yekgirtûya Îslamî û Komala Dadgerî kir ji bo yekrêziya Kurdan di hilbijartinên dahatû yên Encûmena Parêzgehên Êraqê de.
Piştî civînan Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Razgar Hacî Hema wiha got:"Peyama me ji hemû hêz û aliyên siyasî re ew e ku em hemû bi hev re li navçeyên nakok bi yek lîste û hevpeymaniyê beşdarî hilbijartineke paqij bikin û hebûna Kurdistanê li van deveran careke din îsbat bikin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
04:40 PM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:10 PM - 2024-05-20 Talebanî ji Balyozê Kuweytê re: Bila pêwendiyên bazirganî bihêztir bikin
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
06:58 PM - 2024-05-20
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
12:21 PM - 2024-05-20
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
Kurdistan 06:58 PM - 2024-05-20 -
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
Kurdistan 04:40 PM - 2024-05-20