YNKê hewl dide hevpeymaniyeke berfireh a Kurdistanî pêk bîne

Kurdistan 05:52 PM - 2023-07-13
Armanca YNK  yekitiya rêzên Kurdan li herêmên Kurdî ye PUKMEDIA

Armanca YNK yekitiya rêzên Kurdan li herêmên Kurdî ye

YNKê Kerkûk

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku aliyên siyasî yên Kurdistanê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên encumena parêzgehên Êraqê bibin ku biryare di dawiya îsal de were lidarxistin û endamekî Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî dibêje, ti xetekî  sor nine li ser ti partiyekê, lê belê ji hemû partiyan dixwaze ku heman nêrîna yekîtiya Niştimanî hebe.

Çêkirina lihevhatineke kurdî li herêmên kurdî
Di vê derbarê de li ser pêşniyara Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, duh 12.07.2023 şandeke mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê serdana her du Komala Dadweriya Kurdistanê û Yekgirtûya  Îslamî ya Kurdistanê kir ji bo pêkhatina lihevhatineke Kurdistanî û beşdarbûna di hilbijartinên parêzgehên Êraqê de, bi yek lîst li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê.
Serokê şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hecî Hema daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên dadmend û zelal bibin û bi dengên xwe Kurdistanîbûna wan navçeyan îsbat bikin.
Endamê Encumena Serkirdayetiyê û berpirsê lijneya hemahengî û şopandinê di saziya hilbijartinên YNKê de Letîf Nêrvayî  di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Peyama Serok Bafil Celal Talebanî û helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê hilbijartinên parêzgehên Êraqê de, di çarçoveya wê berpirsyariya dîrokî de ye ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hilgirtiye ser milê xwe.
YNKê li ser ti aliyan  xetên sor nîne
Endamê Encumena Serkirdayetiyê got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi armanca pêkanîna hevpeymaniyeke berfireh ya Kurdistanî li navçeyên nakok, hewl dide ku li wan deveran herî zêde destkeftan bi dest bixe û piştre jî erkê parêzgarê Kerkûkê vegere da ku xizmeta hemû pêkhateyan bike ku ji bo pêkanîna yekîtiyê û YNKê "Ti xetên sor li ser ti aliyekî siyasî nîne, berovajî, ew daxwaza beşdariya hemû aliyan di vê hevpeymaniyê de û erêkirina Kurdistanîbûna wan navçeyan dike."
Letîf Nêrvayî  amaje bi wê yekê jî kir ku “Yekîtiya Niştimanî dixwaze metirsiyan ji ser Kerkûk û navçeyên din yên bi pirsgirêk  derxîne û ev yek jî tenê bi yekrêziya deng û helwesta Kurdî pêkan e û bi vê helwêstê şanda Mekteba Siyasî  li ser pêşniyara Serok Bafil  serdana Komala  Dadgerî  û Yekgirtûya Îslamî kir."
Mafên Kurdan garantî bikin
Berpirsê Navenda Rêxistinên Hemrînê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerîm Şukur ji PUKMEDIA re ragihand: “Armanca Yekîtiya Niştimanî yekxistina dengê Kurd li navçeyên nakok e, daku hejmareke herî zêde ji nûnerên Kurd bigihîne encûmenên parêzgehan. “Yekîtiya Niştimanî her tim ji bo parastina giranî û statûya kurdan li navçeyên nakok esas digire , lê berjewendiyên teng ên xwe hizbî kiriye qurbanî, di heman demê de partiyek heye ku hemû bi berjewendiyên hizbî ve mijûl e û hewl dide ji hev belav bike, dengê Kurdan li wan deveran, lê Yekîtiya Niştîmanî rê nade wê yekê û hertim hewl dide mafên Kurdan garantî bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket