Serok Bafil ji bo çend hevdîtinên siyasî hat Brîtanyayê

Kurdistan 06:33 PM - 2023-07-12
Serdana Serok Bafil ya Brîtanyayê Ofîsa Serokê YNKê

Serdana Serok Bafil ya Brîtanyayê

Serok Bafil Celal Talebanî Pêyiwendiyên Dîplomasî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ji bo çend hevdîtinên siyasî yên girîng giheşte Brîtanyayê.
Di destpêka serdana xwe de, bi hevalbendiya  Şalaw Kosret Resûl, serdana Chat Ham House kir û gotûbêjeke vekirî ligel çendîn siyasetmedar, parlamenter, aborînas û hejmarek rojnamevan û lêkolînerên Kurd pêk anî û pêşhatên dawî yên siyasî, aborî û ewlekarî yên Herema  Kurdistanê,Êraqê û navçeyê  pêşkêş kirin.
Her wiha nêrîn û stratejiya YNKê derbarê peywendiyên di navbera aliyên siyasî yên herêmê, mekanîzma çareserkirina pirsgirêkan û başkirina desthilatê  şirove kir.
Serok Bafil Celal Talebanî ji bo gotûbêjkirina çend mijarên girîng dê hevdîtinên xwe berdewam bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Gundê Esker

Kurdistan 12:07 PM - 2024-05-03 Salvegera bombebarankirina Goptepe û Esker

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket