Bi dawî hatina dewreya komando ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

Kurdistan 08:58 PM - 2023-07-11
Li hêzên pêşmerge 217 kes beşdarî  bûn PUKMEDIA

Li hêzên pêşmerge 217 kes beşdarî bûn

Pêşmerge YNK

Li ser pêşniyara Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil  Celal Talebanî, rêkxistina hêzên Pêşmerge berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de îro Sêşemê 11/7/2023 bi serpereştiya Sererkan Orgeneral Omer Salih, Serokerkanê Hêza 70ê dewreya rahênanê ji bo Lîwaya 713 ya Hêza 70 ya Pêşmergeyên Kurdistanê bi dawî hat ku têda  217 Pêşmerge beşdar bûn.
Dewrê li gorî prensîbên zanista leşkerî ya nûjen di çarçoveya dersên leşkerî yên bingehîn ên hêzên komando de 7 hefte bi giranî dom kir û tê de dersên teorî û pratîkî hatin dayîn, bi liberçavgirtina avakirina hêzeke ku di asta pêşketinên leşkerî daye.
Di van dewreyan de her cure hêz û yekîneyên leşkerî wê bidomin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket