Giringiya çareserkirina pirsgirêkan û cîbicîkirina Madeya 140
Kurdistan 12:47 PM - 2023-07-11
PUKMEDIA
Serokê Desteya Giştî ya Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Dadê dicive
Di çarçoveya serdana xwe ya bo paytext Bexdayê de, Fehmî Burhan Serokê Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, serdana Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Federal Xalid Şivanî kir.
Di hevdîtinê de her du aliyan rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên veqetandî û dosya aktîfkirina lijneya madeya 140 û pêngavên cîbicîkirina wê jî gotûbêj kirin.
Wezîrê Dadê civîn û hevdîtinên serokê desteya giştî ya Herêmên Kurdistanê li Bexdayê bilind nirxand û got: Divê hemahengiya zêdetir di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de hebe û gavên rasteqîne ji bo çareserkirina pirsgirêkan bên avêtin, bi taybetî pirsgirêkên zeviyên çandiniyê.
Got jî: Pirsgirêka Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên din ji bo me giringiya xwe heye û em bi hemû hêza xwe kar dikin daku hemû pêkhateyên bajêr bigihin mafên xwe.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de, Serokê Desteya Giştî ya Herêma Kurdistanê behsa rewşa Xaneqîn, Xurmatu, Şengal û Deşta Nînowa kir û xwest ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan dûrî tundiyê hewlên xwe zêdetir bikin.
Serokê Desteya Giştî ya Herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan jî bi Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxwan Ebdullah re civiya.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya welat û çend mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin û herwiha behsa rêyên çareser kirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya cotyaran hate kirin û herwiha tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera sazî û dezgehan de hate kirin ji bo dabînkirina aramiyê , pêşxistina binesaziyê û xizmetguzariyên bingehîn ji welatiyan re li wan deveran.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

