Bizavên YNKê ji bo dabînkirina dadweriyê ji mamostayan re
Kurdistan 12:27 PM - 2023-07-11
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî parêzvanê mafên welatiyan e
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina mafên welatiyan û dabînkirina pêdawîstiyên wan hewlên mezin û giring dide û bi saya wan hewlan li ser çareserkirina gelek pirsgirêkan li hemû navçeyên bi pirsgirêk li hev kirin.
Di nav van pirsgirêkan de ya herî girîng jî veguheztina kadroyên mamosteyên girêdayî xwendina Kurdî li Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û navçeyên mayî yên nakok ji bo Wezareta Perwerdeyê ya di hikûmeta federal de ye û bi hewlên bloka Yekîtiya Niştimanî, biryarek ji aliyê hikûmeta federalî ve hat dayîn ku veguhestina van mamostayan pesend kir, lê mixabin di dema gotûbêjkirina yasaya bûdceyê de li civata nûneran ev biryar hat redkirin.
Sazkirina wê paragrafê bi hewldanên bloka Yekîtiya Niştimanî pêk hatNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Karwan Yarvaîs ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gelek kar kir ku mamosteyan li navçeyên bi pirsgirêk were veguheztin bo kadroyên wezareta Perwerdehiyê di hikûmeta federal de.
Got jî: Biloka Yekîtîya Niştîmanî karibû vê xalê di bûdceyê de bi cîh bike, lê mixabin di dema gotûbêjkirina bûdceyê de ji alîyê civata nûneran ve hat red kirin.
Divê hikûmet vê bendê biparêzeKarwan Yarvaîs dibêje: Hikûmeta federal di dema gilîkirina madeyên yasaya bûdceyê de, neçar bû daxwaza vegerandina xala veguhestina mamostayan li navçeyên nakokdar bike, ji ber ku ev xal mafê van mamosteyan e.
Got jî: Pêwîst bû hikûmeta federal îtîrazê li ser derxistina vê xalê ji yasaya bûdceyê bike, ji ber ku ew xal erêkirina hemû alîyên beşdar di hevpeymanîya Îdareya Dewletê de wergirtibû û li ser vê xalê hevdeng û lihevkirin hebû, lê mixabin ev yek di dema dengdana li ser bûdceyê de ji aliyê Meclîsa Nûneran ve hat redkirin.
Mafekî rewa yê mamosteyanNûner Sebah Hebîb, endama komîteya perwerdeyê li civata nûneran ji PUKMEDIA re ragihand: Hikûmeta federal neçar bû parastina wê xalê bike ji ber ku beşek ji bernameya karê wê bû, bi taybetî di xala 21 a bernameya karê hikûmetê de.
Got jî: Ev mamosta li deverên bi pirsgirêk kar dikin û mafê wan heye ku karmendên wan di nava kadroyên wezareta perwerdeyê de li hikûmeta federal hebin.
Yekîtiya Niştimanî parêzvanê mafên welatiyan eNûner Sebah Hebîb dibêje: Yekîtiya Nîştimanî bi taybetî Serok Bafil Celal Talebanî ji bo dadperweriya van mamostayan û veguhestina karmendên wan bo Wezareta Perwerdeya Federalî gelek kar kir.
Got jî: Serok Bafil Celal Talebanî karîye vê xalê di bernameya kar a hikûmetê da cîbicî bike û li gel wezîrê perwerdê li hikûmeta federalî li ser vê babetê gotubêj kir û ev xal ketîye bernameya karê wezareta rewşenbîrî.
Em ê têkoşîna mamosteyan bidomîninNûner Sebah Hebîb dibêje: Em di Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê de dê gelek kar bo cîbicîkirina wê xalê bikin ji ber ku ew mafekî rewa ye bo mamostayên deverên nakok û li gorî madeya 140.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê dê gavên zêdetir bo parastina vê xalê bavêje û em dê bi hemû hêza xwe kar bikin daku dadperwerî li zêdetir ji 17 hezar mamostayên ku li deverên bi pirsgirêk kar bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

