Şalaw Kosret Resûl: YNKê her dem parastina navçeyên Kurdistanî kiriye
Kurdistan 05:35 PM - 2023-07-10
PUKMEDIA
Şalaw Kosret Resûl serdana baregeha Xaneqînê dike
Şalaw Kosret Resûl serdana baregeha Xaneqînê kir û got: ‘’YNK weke her car parêzvaneke bihêz a xelkê navçeyên Kurdistanê ye û hewl dide baştirîn xizmet ji wan re bike.’’
Di civînê de helwesta YNKê û gavên bê hatin gotûbêjkirinÎro danê sibê roja duşemê 10.07.2023ê Şalaw Kosret Resûl li gel rêheval Burhan Seîd Sofî û Serkawt Zekî endamên Deftera Siyasî û hejmarek ji endamên serkirdayetiyê serdana navenda bajarê Xaneqînê kirin û ji aliyê rêheval Şêrko Mîrweys û xebatkarên wê ve hatin pêşwazîkirin.
Şalaw Kosret Resûl di civînekê de li gel kadroyên îdarî û kadroyên herêmê, bi kurtî behsa rewşa Kurdistan û Êraqê, helwesta YNKê li hember pirs û karê organên hizbî û pêngavên bê yên xebatê kir.
Şalaw Kosret Resûl: Pêwîste Kurd yekgirtî binDi beşeke din ya civînê de Şalaw Kosret Resûl behsa girîngiya hilbijartinên encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste Kurd yekdeng bin û hewl bidin ku dengên herî zêde bidest bixin û telîmat da kadro û rêhevalên herêmê ku bi dilsoziyeke herî mezin bixebitin û hewl bidin ku bi qasî ku pêkan e dengdêr beşdarî pêvajoyê bibin.
Her wiha got: YNK hertim bergiriyek bihêz a xelkê navçeyên Kurdistanê ye û hewl dide baştirîn xizmet ji wan re pêşkêş bike, ev yek jî dê bi hewl û cesareta hemû pêkhateyên YNKê pêk were.
Hevalên beşdar di civînê de bi têbînî û nerînên xwe û pêngavên zêdetir ji bo xebat û beşdariya her kesî di xizmeta gel de û pêngavên serkeftina bernameya YNKê li navçeyên Kurdistanê beşdarî gotûbêjan bûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

