Serokwezîr li benda biryara dadgeha Federal e

Êraq 10:59 AM - 2023-07-10
Dadgeha Fedralî PUKMEDIA

Dadgeha Fedralî

Êraq Dadgeha Federal

Biryare Dadgeha Federalî îtîrazên ku Serokwezîrê Federal Mihemed Şiya El-Sudanî li dijî hin xalên Qanûna Budceya Federal pêşkêş kirine, binirxîne. El-Sudanî li dijî çend xalên yasaya bûdceyê gilînameyek pêşkêşî Dadgeha Bilind a Federalî kir û daxwaz ji dadgehê kir ku biryara (fermana demkî) bide ji bo rawestandina cîbicîkirina van xalan piştî ku yasa ket ware cîbicîkirinê heta dadgeh  giliyên destûrî li ser wan madeyan diqedîne.

Îtîrazê hin madeyên budceyê jî girtiye

Parlamenterê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kerwan Yarwês di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re ragihand: Serokwezîrê Federalî li dijî hin xalên yasaya bûdceya federalî nerazîbûn nîşan da. û gilî li hemû yasaya bûdceyê nekir, lê daxwaza derkirina fermanek ji bo rawestandina cîbicîkirina 12 xalên yasaya bûdceyê kir, heta ku ji aliyê Dadgeha Federalî ve were çareserkirin.

 

Gilî cîbicîkirina Budceyê nawestîne

Parlamenter Karwan Yerwês dibêje: Ev gilî cîbicîkirina pirojeyasayê ranawestîn in, lê dê werin cîbicîkirin û Wezareta Darayî ya Federalî rênimayiyên pêwîst bo cîbicîkirina bûdceyê derbixe.
Got jî: Dadgeha Federalî dê tenê li ser maddeyên kêşebar gotûbêjê bike û li gor dosyaya hikûmeta federal dê çareser bike.

Dadgeh dê biryarê bide ka îtîraz qebûl bike yan na

Pisporê yasayî Elî Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re dibêje: Dadgeha Federalî dê li ser dosya ku ji aliyê hikûmeta federal ve li dijî hin madeyên yasaya bûdceyê hatiye vekirin, binirxîne.
Got jî: Dadgeh dê biryarê bide ku dozên hikûmetê li gorî xwe binirxîne yan jî red bike, ji ber ku ew madde wek ku di dosyeya hikûmetê de hatîne dîyar kirin, li dijî destûrê ne.
Temîmî dibêje: Dadgeha Federalî dikare biryarekê bide ji bo rawestandina cîbicîkirina maddeyên ku ji aliyê hikûmeta federalî ve tên gilîkirin.
Got jî: Dadgeh dikare hin gotin û metnên ku di yasaya bûdceyê de hatine behs kirin û qanûna bingehîn binpê dikin jêbibe û dê biryarê bide ku çi guncawtir e ji bo çareserkirina wan maddeyên ku ji alîyê hikûmeta federalî ve hatine îtiraz kirin.

Binpêkirina prensîb û xalên Destûrê

Di daxwaznameyê de, hikûmeta federal tekez dike: “Encumena Nûneran bi danîna gelek erkên darayî ser hikûmetê û pesendkirina gelek bendên ku bi siyaseta giştî û prensîba dewletê re nekok in binpê kirin.
Doza ku ji aliyê El-Sudanî ve hatiye vekirin, amaje bi wê yekê dike ku "di çend xalan de guhertinên radîkal di proje yasaya ku hikûmetê pêşkêşî Civata Nûneran kiriye de hene" û tekez kir ku "ev guhertin hem di warê fermî û hem jî di warê bingehîn de binpêkirina destûrî ne. bandorê li erk û serxwebûna dadweriyê dike.”
Serokwezîr bi rêya nûnerê xwe, şêwirmendê yasayî, Qasim Sahîb El-Şerîfî, daxwaz ji Dadgeha Federalî kir ku biryareke welaî bide ji bo rawestandina madeyên nakok heta ku doz çareser bibe û biryar nedestûrî betal bibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket