Berdevkê Fraksiyona YNKê: Gelê Êraqê li benda bûdceyê ye

Kurdistan 12:51 PM - 2023-07-08
Berdevka fireksiyona Yekîtî Sozan Mansur PUKMEDIA

Berdevka fireksiyona Yekîtî Sozan Mansur

Encumana Nûneran YNK

Piştî yasaya bûdceyê deyn û pereyên xwe ligel Herêma Kurdistanê paqij dike berdevkê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê ragihand: "Cîbicîkirina yasaya bûdceyê ji bo gelê Êraqê girîng e û heta cîbicîkirina wê, mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karmendên Êraqê li derveyî yasayê bê şandin."

Berdevka Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Sozan Mensûr ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: “Tevî ku gilî serokwezîrê Êraqê li ser yasaya bûdceyê hene, lê rêkarên yasayê temam bûne û dê di demek nêzîk de were cîbicîkirin.
Mensûr got: “Mûçeyên meha Tîrmehê yên fermanberên Êraqî û mûçeyên meha Hezîranê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku li derveyî yasayê bên dabeşkirin, ango weke mehên borî hinek pere ji herêmê re bê şandin.Piştre piştî ku yasa bikeve meriyetê, hikûmeta Iraqê dê wan pereyên ku ji Herêma Kurdistanê re tên şandin jihevdu paqij bike.”

Berdevkê YNKê li Civata Nûneran got:“Pêwîstiya gelê Êraqê bi cîbicîkirina yasaya bûdceyê heye û yasa jî dikare deriyê xizmetguzariyê ji welatiyan re veke, ji bilî kêmkirina bêkariyê û peydakirina derfetên zêdetir ji bo kar, ji ber wê jî xelkê Êraqê geşbîn in ji yasayê û li benda cîbicîkirina wê ne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket