Serok Bafil: Em pêşwaziyê li yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 11:05 PM - 2023-07-05
Ofîsa Serokê YNKê
Serok Bafil bi fermandar û efserên pilebilind ên yekîneyên leşkerî re dicive
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê li gel hejmarek fermande û efserên pilebilind ên yekîneyên leşkerî civiya.
Di civînê de ku Şalaw Kosret Resûl, Burhan Seîd Sofî endamê Mekteba Siyasî, Wasta Resûl berpirsa navenda rêxistina Pêşmerge û serleşker Omer Salih serokê erkantiya hêzên 70 amade bûn, di hevdîtinê de rewşa emnî û pêngavên ji nû ve rêkxistin û pêşxistina şiyanên hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin û tekez li ser yekrêziya kar bo bidestveanîna vê armanca niştimanî hate kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî pêngav û biryarên dawî yên ji bo rêkxistin, çaksazî, berdewamkirina rahênan û bilindkirina şiyanên leşkerî û istixbaratî yên Hêzên Pêşmerge rave kir û got ku hemû hewl tên dayîn ji bo jinûve organîzekirina hêzan û amadekirina wan di nav avahiyeke nû de ji bo avakirina hêzeke neteweyî ya bihêz ku parêzvanê rasteqîne yê berjewendiyên neteweyî ye li ser bingehê wekhevî, dadmendî û hevsengiya hêzê be .Em her daxwazekî derveyî vê armanca bilind red dikin, ji ber wê jî divê hemû fermande û efserên hêzên Pêşmerge bi hemû dilsozî erkên xwe pêk bînin û wek her car xizmeta Kurdistanê bikin.
Derbarê hevkarî û hemahengiya di navbera hemû hêzên leşkerî û ewlekarî û yekxistina hewlên xwe bo parastina asayîş û aramiyê de, Serok Bafil got ku pêwîste hemû hêzên leşkerî û ewlekarî di çarçoveya yasayên cîhbicîh de bi hev re hevkarî û hemahengî bikin û di çarçoveya yasayên cîhbicîh de bi erkên xwe rabin û canê xelkê biparêzin.
Parastina sînoran, bihêzkirina sengerê hêzên Pêşmerge û şerê li dijî terorê mijareke din a civînê bû û bi berfirehî hate gotûbêjkirin û biryarên pêwîst hatin standin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

