Talebanî hewldanên Konsulê Fransa bilind dinirxîne
Kurdistan 05:24 PM - 2023-07-05Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Konsulê Giştî yê Fransa Olivier Dicottini
Ji bo xatirxwestinê bixwaze û wezîfeya xwe bi dawî bike, Konsulê Giştî yê Fransa Olivier Dicottini îro Çarşemê li Hewlêrê serdana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kir. Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî hewlên Konsulê Fransa ji bo bihêzkirina têkeliyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Di civînê de ku roja 5-7-2023, li Hewlêrê, bi helkefta xatirxwestinê û bidawîhatina erkê Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê birêva çû, Qubad Talebanî, destxweşî li Olivier Dicotin kir ji bo peywendiyên wî yên civakî li hemû bajarên Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyên dûr û dirêj di navbera Kurd û Fransa de kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest.
Konsulusê Fransa kêfxweşiya xwe ya ji bo erkdarkirina wî li Herêma Kurdistanê nîşan da û pêdagiriya welatê xwe bo piştgirî kirina Herêma Kurdistanê dûpat kir û rola Cîgirê Serokwezîr di pêkanîna çaksaziyan di warên cuda de ji bo başkirina proseya hukimdariyê li Kurdistanê bilind nirxand.
Paşê behsa pêşhat û guhertinên dawî yên li Herêma Kurdistanê hat kirin û di dawiya hevdîtinê de jî Qubad Talebanî pirtûkek li ser dîroka Kurdistanê weke diyariyek xatirxwestinê pêşkêşî Konsulê Giştî yê Fransa kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser nîv ton madeyên hişber
09:13 PM - 2024-09-16 -
Rêbwar Taha: Hikûmeta Kerkûkê bi îradeyeke netewî hat avakirin
03:32 PM - 2024-09-16 -
91 heftaneya dijîtala Înglîzî hat weşandin
10:51 AM - 2024-09-15 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê rewşa Hewlêr`ê bê guhertin
10:13 PM - 2024-09-14
zêdetir tamaşe bike
Rojnamevanên PUKMEDIA 'yê çelenga Gulan danîn ber Monumênta Parêzvanên Rastiyê
08:15 PM - 2024-09-16
Serok Bafil: Em ê bi rêya hilbijartinan rêya rêveberiyê rast bikin
03:20 PM - 2024-09-16
Encumena Nûneran deng li ser projeyasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan dide
12:08 PM - 2024-09-16
Monumênta Parêzvanên Rastiyê nav û peyama azadiyê zindî dihêle
06:14 PM - 2024-09-15
zortrin xwendraw
-
Encumena Nûneran deng li ser projeyasaya vegerandina milkan bo xwediyên wan dide
Kurdistan 12:08 PM - 2024-09-16 -
Rojnamevanên PUKMEDIA 'yê çelenga Gulan danîn ber Monumênta Parêzvanên Rastiyê
Kurdistan 08:15 PM - 2024-09-16 -
Serok Bafil: Em ê bi rêya hilbijartinan rêya rêveberiyê rast bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2024-09-16 -
Rêbwar Taha: Hikûmeta Kerkûkê bi îradeyeke netewî hat avakirin
Kurdistan 03:32 PM - 2024-09-16 -
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser nîv ton madeyên hişber
Kurdistan 09:13 PM - 2024-09-16 -
Serok Bafil: Emê binesaziya aborî ya herêma xwe xurt bikin
Kurdistan 10:57 PM - 2024-09-16