Parêzgehên Silêmanî û Helebce bûne baştirîn dever ji bo pêkanîna karê rojnamevanî

Kurdistan 11:14 AM - 2023-07-05
Azadiya Rojnamevaniyê PUKMEDIA

Azadiya Rojnamevaniyê

Rojnamevanan

li Herêma Kurdistanê, ji ber ku qada azadî û demokrasiyê berdest e ku azadiya tam dide rojnamevanan ji bo karê rojnamevanî û şopandina nûçe û bûyeran bi azadî.

Binpêkirinên li Hewlêr û Duhokê her diçe zêde dibin

Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Raporên ku di heyamên dawî de ji aliyê rêxistinên navdewletî ve hatine belavkirin, nîşana zêdebûna binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Hewlêr û Duhokê ye.
Got jî: Piraniya dezgehên ragihandinê yên azad û serbixwe li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê kar dikin û li van her du parêzgehan kêmtirîn rêjeya binpêkirina rojnamevanan hatiye tomarkirin.

Jîngehên cuda

Kerwan dibêje li Herêma Kurdistanê du jîngeh cuda hene , ya yekê jîngeha azadiyê ye û ya din jî astangiyê li ser azadiya derbirînê dike . Got jî: Azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê û li hin navçeyên di asteke nizim de ye û li hin deverên din jî qadeke azadiyê karê rojnavevaniyê heye.

Rapor û amar rastiyan eşkire dike

Herweha Kerwan Enwer di axaftina xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku Silêmanî û Helebçe ji navçeyên ewlene ji bo karê rojnamevanî û azadiya derbirînê têde berfireh e, li gor amarên ragihandî navçeya Silêmanî baştirîn navçeye bo rojnamenusan.

Binpêkirinên li dijî Rojnamevanan nebûna azadiyê nîşan dide

Rêvebirê rêxistina Media ya ragihandinê Necet Rostî ji PUKMEDIA re ragihand ku Li her navçeyekê ku azadiya derbirînê têde zêde dibe binpêkirin li dijî rojnamevanan zêde dibe, desthila li wan navçeyan berpirsê kêmkirina qada azadiyê ne û dive keşûbayeke ewle û azad ji kar re peyda bikin.

Piraniya binpêkirinan li Hewlêr û Duhokê ne

Necat Rostî dibêje: Parêzgehên Hewlêr û Duhokê bi sedema nebûna garantîkirina ewlehiya rojnamevanan kêmtirîn rêjeya xwepêşandanan dibînin û tirs heye ku çarenivîsa wan jî wek çarenivîsa girtiyan be.
Got jî: girtina rojnamevanan li wan deveran armanc dike ku tirsê di nav çalakvanên Hewlêr û Duhokê de biçîne û nehêle ew bi azadî bîr û helwêstên xwe ragihînin.

Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zirarê dide Herêma Kurdistanê

Necat Rostî dibêje: Binpêkirina rojnamevanan zirarê dide statû û navûdengê Kurd û Herêma Kurdistanê û divê rojnamevan û çalakvan bi azadî û dûrî tirs û xofê kar bikin.
Got jî: Azadiya karê rojnamevanî asta pêşkeftin û şaristaniya gelan li her welatekî nîşan dide û li her cihekî ku azadiya raderbirînê û karê rojnamevanî hebe, asta geşepêdan û pêşkeftina siyasî, wêjeyî û çandî jî heye.

 

Rêxistina Peyamnêran: Silêmaniyê baştirîn cih e bo pêkanîna karê rojnamevaniyê

Rêxistina Peyamnêran li Herêma Kurdistanê amarên binpêkirinên rojnamevanan di heyama 6 mehên derbasbûyî yên îsal de eşkere kir.
Serokê Rêxistina Peyamnêran Hozan Qader di kongirekî rojnamevanî de ku PUKMEDIA dişopand de ragihand: Li gor amarên Rêxistina Peyamnêran, rojnamevan di dema karê xwe yê rojnamevaniyê de rastî gelek binpêkirinan hatine û piraniya wan binpêkirinan di warê rojnamevanî de bûne. parêzgehên Duhok û Hewlêrê, û Silêmanî baştirîn cîh bû bo pêkanîna karê rojnamevanî.
Got jî: li parêzgeha Duhokê rêxistina me 25 haletên binpêkirina rojnamevanan tomar kirine, li parêzgeha Hewlêrê jî 16 haletên binpêkirina rojnamevanan û li Helebce jî 5 haletên binpêkirinê, li Silêmanîyê jî rêjeya pir kêm bûye û rêxistina me tomar kirine. tenê 4 bûyer.
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku parêzgeha Silêmaniyê baştirîn û guncawtirîn dever e ji bo karê rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê, ku rojnamevan li navçeyeke berfirehtir a azad kar dikin û bi awayekî azad û demokratîk erkên xwe pêk tînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket