Serokkomar: Têkiliyên me bi hemû welatan re li ser esasê rêzgirtinê ye
Êraq 02:28 PM - 2023-06-30Serokkomarê Êraq
Rêzdar Serokê Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd dupat kir ku Êraq dilgiran e ku peywendiyên hevseng û baş bi her kesî re deyne.
Birêz Serokkomar di hevpeyvînekê de ligel kanala (B.B.C) ya bi zimanê Îngilîzî ku êvariya roja çarşemî 28.06.2023 hate weşandin got: “Pêwendiyên me yên baş û bihêz bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hene û di heman demê de têkiliyên me yên baş bi Komara Îslamî ya Îranê û her wiha peywendiyên me yên baş bi welatên navçê û Ewropayê re hene.
Got: Min vê dawiyê serdaneke fermî bo Îranê kir û di hevdîtinên xwe de me eşkere kir ku peywendiyên me bi hemû welatan re li ser esasê rêzgirtina ji serxwebûn, serwerî û berjewendiyên hevpar in. ku bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên di navbera welatan de li ser asta navçeyî û navdewletî sûdê ji hemû welatan re dike, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku alozî û zehmetî û astangî rê nade têkiliyeke baş di navbera welatên cîhanê de ku hemû pirsgirêkên me bi diyalog, şêwirîn û têgihiştinê hevbeş bên çareserkirin.
Serokkomar her wiha li ser rola Êraqê li nêzîkkirina nêrînan û başkirina peywendiyên digel hemî welatan axifî, di vê çarçovê de nîşan bi vegerandina peywendiyên Komara Islamî ya Îranê û Şahnişîna Erebistana Siûdî û hewlên ku ji aliyê Iraqê ve ji bo baştirkirina têgihîştina di navbera hin welatên din de hatine kirin kir.
Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd teqez kir ku li Êraq ewlekarî, aştî û îstiqrarê heye, û ev yek jî derfetê dide sermayedaran ku li welat sermayeguzarîyê bikin, û ku hikûmet rijde li ser girtina tedbîrên berbiçav yên ku dê sermayeguzarîyên biyanî û navxweyî teşwîq bike. Li Êraqê derfetên hêvîdar ji veberhêneran re hene, bi taybetî ewleh û aramiyê, ku li bajarên Êraqê pêk tê, tê gotin ku pêwîstiya guhertina yasa û yasayên veguhestina pereyan, siyaseta darayî û baştirkirina hin rêzik û qanûnên girêdayî veberhêneran heye.
Di derbarê ziwabûn û guhertina avhewayê de, Serokê Komarê eşkere kir ku hikûmeta Iraqê bi cidî li ser vê pirsê disekine. Tedbîrên cidî ji bo baştirkirina rewşa avê hatine standin, di nav wan de danûstandina ligel welatên deryayî yên bi Êraqê re ji bo kêmkirina ziyanên kêmbûna avê, standina biryar û çalakiyan ji bo baştirkirina sîstemên birêvebirina avê li Êraqê û rûbirûbûna pirsgirêkên hişkesalî û faktorên din ên girêdayî bêavî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
10:01 PM - 2024-05-19
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
06:08 PM - 2024-05-19
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19