Pirsgirêkên jîngehê Hikûmetê û 16 nûnerên welatên biyanî kom dike
Kurdistan 06:55 PM - 2023-06-26
PUKMEDIA
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûner û konsulên welatan li ser mijarên jîngehê civiyan
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serpereştiya civîneke hevbeş a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û zêdetirî 16 konsul û şandên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê li ser pirsa parastina jîngeha Kurdistanê kir û di civînê de çendîn piroje hatin gotûbêj kirin ku ji bo parastina jîngeha Kurdistanê kar bikin.
Di civînê de ku roja duşemê 26.06.2023 li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Wezîrê Elektrîkê, Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê, Serokê Lijneya Jîngehê û Cîgirê Fermangeha Peywendiyên Derve amide bûn , Qubad Talebanî, behsa rewşa niha ya jîngeha Kurdistanê û metirsî û encamên guherîna keşûhewayê li ser Kurdistanê kir.
Her wiha got: “Hêjî ne dereng e ku hikûmet, civaka sivîl û welatên dost, planeke zanistî ya stratejîk û berfireh li ser çawaniya rûbirûbûna guherîna avhewayê û parastina jîngeha Kurdistanê amade bikin,ji ber ku jîngeh mijareke girîng e û bêyî hevkariya berfireh a hikûmet, civaka sivîl û civaka navneteweyî ne hêsan e ku mirov li hember guhertinên xeternak ên jîngehê şer bike.’’
Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê di beşeke din ji axaftinên xwe de balkişand li ser pirsgirêkên çavkaniyên ax û avê yên li Kurdistanê û got: Mixabin axa me ya bi bereket di metirsiyê de ye, her çende em dixwazin ji bo ewlekariya xurek , geşepêdana ax û warên abûrî çandiniyê pêş bixin û bi ser bikevin,lê divê ji bo parastina ax, çavkaniyên avê û paqijkirina wan jî planên me hebin.’’
Di vê çarçoveyê de Qubad Talebanî daxwaz ji welatên dost kir ku pispor û şêwirmendên xwe bişînin Kurdistanê bi taybetî di warên parastin û paqijkirina av û axê de.
Di hevdîtinê de çendîn mijarên din jî hatin gotûbêjkirin ji wan çawaniya zêdekirina rêjeya keskayê li Kurdistanê û bilindkirina hişyarî û rola rêxistinên civaka sivîl di parastina jîngehê de. Di vê derbarê de Qubad Talebanî daxwaz ji konsulxaneyan kir ku zêdetir giringiyê bidin hevkarî kirina rêxistinên jîngehparêzî.
Li beşekî dinê hevdîtinê de çendîn projeyên cuda pêşkêşî konsulxaneyan hatin kirin ku bi rêya welatên xwe alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka sivîl di mijara parastina jîngehê de bikin.
Ev civîn piştî wê yekê tê, ku duh Qubad Talebanî li gel hejmarek pispor û akademîsyen li ser mijarên jîngeha Kurdistanê civiya û biryar e di rojên bê dê civînên berfirehtir li ser asta pispor û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Êraqê bên lidarxistin da ku pirsa jîngehparêzî bibe karê sereke yê siyaseta Êraq û Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

