Mûçê meha Tîrmehê dê li gorî qanûna bûdceyê were veqetandin

Kurdistan 04:36 PM - 2023-06-26
Bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê PUKMEDIA

Bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê

Hikumeta Herema Kurdistanê Budçe YNK Bexdad

Piştî belavkirina yasaya bûdceya Êraqê di rojnameya Weqiyê de, pişka herêmê ku mehane digihê 1 trîlyon û 250 milyar dînar, dê bo herêmê bê şandin, bi hewldanên YNKê Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kiriye  giringiyê bide mûçeyan di vê derbarê de, endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê got: ‘’Piştî cîbicîkirina yasaya bûdceyê dê Êraq rûyekî geş û avadankirinê bibîne.’’

YNKê Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kiriye giringiyê bide mûçeyan

Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Êraqê Dr.Narmîn Merûf ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Qanûna bûdceyê pêngaveke dawî ye, ku tê de rênimayiyên Wezareta Darayî û Plandanînê dihewîne û li gorî qanûnê, hikûmeta Êraqê mehane dê nêzîkî 1.25 trîlyon dînar weke pişka xwe ji Herêma Kurdistanê re bişîne ji bo vê  fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar kiriye  giringiyê bide mûçeyan.’’
"Di çend rojên dahatû  de prosedurên yasaya bûdceyê bi dawî dibin û yasa cîbicî dibe, ku bê guman em dikarin bêjin di demeke nêzîk de emê rûyekî din ê Êraqê bibînin ku tê de pêşkeftin, avadankirin û xizmetguzarî tê pesendkirin di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev yekem car e di dîroka Êraqê de ku ev yasaya bûdceyê  ya 3 sal a bi vî rengî tê pesind kirin." Dr. Narmin Merûf got.

Pişka herêmê salane 15 trîlyon dînar û mehane jî 1 trîlyon û 250 dînar e

Endamê komîteya darayî jî got: “Di rojên pêş de bo yekem car hikûmeta Êraqê mûçeyên meha Tîrmehê li gorî yasaya bûdceyê dabeş dike, ku helbet pişka herêmê hîn jî li gorî yasayê ye û her meh di dema xwe de tê bo Heremê, her çend di heyama çend mehên derbasbûyî de 1.6 tirilyon dînar bo herêmê hatiye, lê ew pere ne deyn e û dê heta dawiya salê biçe.’’
Ji bo bûdceya sala 2023’an pêwîstiya Êraqê bi 134 trîlyon , 552 milyar û 919 milyon dînar heye ku pişka herêmê salane 15 trîlyon dînar û mehane jî 1 trîlyon û 250 dînar e.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket