Astaneyeke nû
Nêrîn 01:32 PM - 2023-06-26
PUKMEDIA
Fethulla Husênî
Beriya
hevdîtinên Astana 20, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov bi
hevalbendê Tirkiyê re hevpeymanî kir û got, divê Enqere ewlekariya xwe ya
neteweyî biparêze wek rêpêdan bo dubarebûna êrîşa Tirkiyê bi ser kurdan û
Rêveberiya Xweser de, ku ev yek ji bo welatekî mezin, ne baş e, wek şerr e wek
Rûsya ku destê wê yê sereke di aramkirin an alozkirina rewşa Sûriyê de heye.
Bogdanov
tohmetên xwe yên li dijî Kurdan û Amerîkayê dubare kir û got: “Ev her du alî giringî nadin çareseriyê”, di demek de ye ku Kurd
û nûnerên Rêveberiya Xweser çendîn caran di her astê de serdana Şamê kirine da
ku dest bi danûstandinên cidî û berfireh bikin. hewildan pêşniyara siyasî ya
rêveberiya xweser bû ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, ku ji Şamê xwest ku li
şûna danûstandinên windakirina demê bikeve danûstandinên berpirsiyar.
Di rastiyê de
hemû civînên Astana kurdan bi hewla cudabûnê û avakirina pêkhateyeke girêdayî
Amerîkayê tohmetbar kirin, ji ber wê jî hemû civînên Astana bi ser neketin, ji
ber ku ew civînên Astanayê ne li ser rast û berjewendiyên welatên herêmê pêk
hatin., ku çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re naxwazin û eger bixwazin jî vegerandina
Sûriyê bo sifire, ku zehmet e ji ber ku Kurdan bi pirojeya xwe ya siyasî li
welat û hevpeymaniya xwe ya serbazî bi hevpeymaniya navdewletî re, bêhtir ji
hikûmeta Şamê karîn nexşeya erdnîgariya Sûriyê biparêzin. Ne bes ev belku hemû
eweney li astana cicivin, lewra ew tomet nayê qebûlkirin pêwîste çareser li navxweya Sûriyê çûbibe ne
li derve, bi gotûbêjkirina planeke leşkerî ji bo vegerandina şer li wî welatî
piştî salên şerê navxweyî û derketina çend komên terorîst ên radîkal, ku li
Sûriyê şil û zuwa şewitandin û bi milyonan welatiyan koçber bûn.
Aliyên Astana "Rûsya-Îran-Tirkiye"
zêdetir li ser çend rêkeftinan gotûbêj kirin bo bidestxistina berjewendiyên xwe
li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûriyê, ji ber vê yekê em dibînin ku Tirkiyê
çend deverên Sûriyê radestî Rûsya û hikûmeta Şamê kiriye. Li hember vêxistina
çira kesk bû bi mebesta dagîrkirina çendîn navçe û hereşekirina dagîrkirina
navçeyên tir ,bê nebûna ti helwest zelal û eşkire ji aliya Şam û Moskov e.
Ji ber vê yekê, hemû konferansên ku li ser rewşa Sûriyê tên
lidarxistin, ji ber dûrxistina aliyên din ên "siyasî û leşkerî" yên
ji bo çareseriyê, yên wekî kurdan û rêveberiyên xweser ên rojava, bakur û
rojhilatê Sûriyê, lawaz û bê sud tên dîtin. Biryarên wî nebûn sedema
çareseriyekê, belku xirabtirkirina rewşê û lêdana defê şer bû li şûna ku serî
li nexşeyek nû bide ji bo bidestxistina ewlekarî û aramiyê li welatekî ku ji
ber rewşa xirab a siyasî, aborî, civakî û xizmetguzariyê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

