Talebanî: Hevkariya hêzên Amerîka û Pêşmerge berdewam dibe
Kurdistan 07:06 PM - 2023-06-21
Ofîsa Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi şandeke Wezareta Berevaniya Amerîkayê re dicive
Cîgirê Serokwezîr Gubad Talebanî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke Wezareta Berevaniya Amerîkayê bi Serokatiya Cîgira Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Dina Stroll kir. Di civînê de pirsa çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û çawaniya berdewamiya hemahengiya şerê dijî terorîstan hate gotûbêjkirin.
Rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilinde
Di civînê de ku roja 21.06.2023ê li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, Alîkara Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê daxwaza welatê xwe ji bo berdewamiya hevkarî û hevpeymaniya navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bo şerê dijî terorîstan nîşan da û rola hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand.
Alikariya Amerîka û Hevpeyîmanan serkeftina mezin ji bo Kurdistan bi dest xist
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr got: Hevpeymanî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Amerîkayê de bûye sedema serkeftinên mezin di dema borî de û hêvî xwest ku ev hevpeymanî di paşerojê de bihêztir bibe.
Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku di pêşerojê de ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê li herêmê pêwîste hevahengî zêdetir bibe.
Proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge pêwîste bi lez be
Her wiha di civînê de behsa proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge jî hat kirin, şanda Amerîkî daxwaz kir ku prose bi lez bê kirin, ji ber ku Amerîka dixwaze alîkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge berdewam bike.
Talebanî got: "Em amade ne ku pêvajoyê bileztir bikin û tekez kir ku nabe nakokiyên siyasî bandorê li berdewamiya reforman bike." Her wiha got: ‘’Divê di zûtirîn dem de wezîrek bi wekalet bo Wezareta Pêşmerge were destnîşankirin ji bo serpereştiya wezaretê û proseya çaksaziyê li hêzên Pêşmerge û cîbicîkirina rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de ku hatiye îmzekirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

