PUKMEDIA piştî pesendkirina bûdceyê gavên meşandina wê eşkere dike

Êraq 01:15 PM - 2023-06-21
Budce PUKMEDIA

Budce

Êraq Budçe

Pisporekî yasayî rêkarên karkirina bûdceya federal a salên 2023-2024-2025, piştî pejirandina wê ji aliyê Meclîsa Nûneran ve eşkere kir.

Pisporê yasayî Elî Temîmî di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Piştî ku Encûmena Nûneran yasaya bûdceyê pesend kir û ji Serokatiya Komarê re şand ji bo ku li gor madeya 73 sêyemîn ji destûra Êraqî pesend bike. û eger ji aliyê Serok Komarê ve neyê pesendkirin, piştî 15 rojan ji roja ku ji aliyê Serokatiya Komarê ve hatiye wergirtin, tê qebûlkirin.

Got jî: Piştî ku serokkomar wê bipejirîne wê ji wezareta Dadê re were şandin ji bo weşana wê di cerîdeya fermi Weqaê li gor yasaya 78 ya sala 1977 de, û ege were weşandin wê bê cîbecîkirin.
Û wî diyar kir: Derbarê mijara îtirazê li dijî madeyên yasaya bûdceyê dê di heyama 30 rojan de ji roja weşandinê re be, yanî maweya gilîkirinê ya ku pêşkêşî dadgehê tê kirin di nav 30 rojan de be ji roja weşandina wê di cerîdeya Weqaê de.

Pisporê yasayî Elî Temîmî got: Aliyên ku mafê wan heye li dijî yasaya budceya federalî rikberiyê bikin, sê desthilat, wezaret, serokwezîrê herêmê û dezgehên ku bi wezaret û parêzgaran re ne girêdayî ne, ku di madeya 19ê a sîstema Dadgeha Bilind a Federal de hatiye diyarkirin. ku daxwaz bi nameyekê bi îmzaya serokê dezgeha pêwendîdar ve ji dadgehê re bê şandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket