Talebanî: Em ê ji rêveberên xemsar hesab bipirsin
Kurdistan 03:52 PM - 2023-06-20
PUKMEDIA
Talebanî bi çavdêr û rêveberên Germiyan re dicive
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li gel çavdêr û rêveberên Rêveberiya Serbixwe ya Germiyan civiya got:“Pêwîste pirsgirêkên projeyên sermayeguzariyê di demeke nêz de di civîna bê de bên çareserkirin.
Di civîna roja sêşemê 20.06.2023ê li bajarê Silêmaniyê de, cîgirê serokwezîr amaje bi rexne û gazindên rûniştvanên îdareya Germiyanê û sermayedaran ji sistbûna bazirganiyê kir û hişyarî da ku, di cîbicîkirina karûbarên welatiyan û sermayedaran de ti kêmasî û xemsarî nayê qebûlkirin.
Projeyên veberhênanê dikeve qonaxa cîbicîkirinê
Di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî komîteyek taybet di navbera çavdêr û rêveberên rêveberiya Germiyan û ofîsa cîgirê serokwezîr de pêk anî, ji bo lêkolîn û nirxandina pirsgirêkan di demek nêzîk de,ji bo kêmasiyên îdarî tedbîrên pêwîst ware girtin bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî, di heman demê de temamkirina danûstandinên projeyên veberhênanê û amadekirina wan ji bo qonaxa cîbicîkirinê.
Cîgirê serokwezîr got:“Her rayedar û rêveberek ku xemsariyê li karên welatiyan bike, an jî li pêşiya projeyên veberhênanê pirsgirêkan çêbike, dê hesab bide.
Di vê çarçoveyê de plansaziya tazmînata hemû zeviyên çandiniyê yên dikeve nava projeyên li Kalar û Razgariyê hate nîqaşkirin. Biryar bû kompanyaya cîbicîkar di zûtirîn dem de dest bi çêkirina aliyê duyem ê rêya kembera Kalarê bike. Ji bo ku proje dest bike jî divê tedbîrên korneyê yên li ser çemê Sîrwan bi dawî bibin.
Serperişt û rêvebir wek tîmek bixebitin û di nav xwe de hevrêz bibin
Cîgirê Serokwezîr daxwaz kir:"Serperişt û rêvebir wek tîmek bixebitin û di nav xwe de hevrêz bibin da ku di demek nêzîk de amadekariyên hemû projeyan temam bikin.
Ev civîn berdewamiya hevdîtinên Qubad Talebanî li gel berpirs û rêveberên giştî bû, ku berî heftiyekê jî bi çavdêr û rêveberên rêveberiya Raperîn re civiya û hişyarî da wan ku heta civîna bê amadekariyên çend projeyên veberhênan û xizmetguzariyê temam bikin.
Pêştir roja 04.09.2022ê li gel rêveberiya giştî ya Silêmaniyê civiyabû û di encamê de di demeke kin de hejmareke mezin ji projeyên weberhênanê hatin destpêkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

