Daxwazên parêzgeha Silêmaniyê dê pêşkêşî Civata Nûneran bê kirin
Kurdistan 02:23 PM - 2023-06-20
PUKMEDIA
Nûnerên Silêmaniyê li Parlamentoya Êraqê
Nûnerên parêzgeha Silêmaniyê li parlamentoya Êraqê dê serdana encûmena parêzgeha Silêmaniyê kirin , da ku guhdarî têbîniyên endamên parêzgehê bikin û daxwazên wan ji parlamentoya Êraqê re ji bo çareserkirina wan ragihînin: "Li gorî bûdceya ku ji bo parêzgehan hatiye terxankirin, nabe pirsgirêk di dabeşkirina mûçeyan de hebe, bi mercê ku herêm pêbendî wê be û eger cîbicî nebe, serokwezîr dê rasterast destwerdanê bike."
Serokê encûmen: Bûdceya geşepêdana parêzgehan girîng eSerokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn ragihand, du nûnerên parêzgeha Silêmaniyê li parlamentoya Êraqê serdana encûmena parêzgeha Silêmaniyê kirin û piştî civîna li gel serokê encûmena parêzgehê û şanda pê re di civîneke çapemeniyê de encamên civînê hatin pêşkêşkirin.
Serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Azad Mihemed Emîn ragihand, du nûnerên parêzgeha Silêmaniyê li parlamentoya Êraqê serdana encûmena parêzgeha Silêmaniyê kirin û piştî civîna li gel serokê encûmena parêzgehê û şanda pê re di civîneke çapemeniyê de encamên civînê hatin pêşkêşkirin.
Di civîne de hat gotin:’’Piştî pesendkirina bûdceya parêzgehê li civata nûneran, aborî û bûdce hatiye guhertin û ya ku ji bo Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê pir girîng e, bûdceya geşepêdana parêzgehê ye ku ketiye meriyetê û wê ji aliyê encûmena parêzgehê ve were pesendkirin û hemû komîteyên daîmî yên encûmena parêzgeha Silêmaniyê jî têbîniyên xwe ji nûnerên xwe re bişînin li Parlamentoya Êraqê ku ew jî yadaştnameyekê çêbikin û pêşkêşî civata nûneran bike.’’
Pejirandina butçeyê ji aliyê aborî ve ji bo herêmê girîng eDi heman demê de endamê parlemana Êraqê Dara Sêkanîanî got: pesendkirina bûdceya Kurdistanê di warê aborî de ji bo derfeta kar û tevgera aborî ya bazarê girîng e, lê pirsgirêk nepabendbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ye,ji ber wê jî em kar dikin di berjewendiya welatiyên herêmê de fişaran li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin."
Pêşîn ji bo mûçeyan e
Di vê navberê de Endamê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Êraqê Dr.Biryar Reşîd jî got:“Piştî pesendkirina bûdceyê dê geşepêdana aborî ji bo Herêma Kurdistanê û Êraqê çêbibe, ew pereyê ku ji Êraqê wek bûdceya Herêma Kurdistanê tê, ji bilî dahata xalên sînorî, dahata navxwe, alîkariya hevpeymanan ,ji ber vê ji nabe mûçeyên welatiyan di wextê xwe de neyê dayîn û jê bê derxistin, wê ji bo wê ti hincet namîne.”
"Li gorî yasaya bûdceyê dê pirsgirêka mûçe û bûdceyê bi dawî bibe û giringî bi mûçeyan e ji ber wê jî emê bi berdewamî li gel Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê bin daku pirsgirêkên parêzgehê bigihînin Encûmena Nûneran.” Dr. Biryar Reşîd got.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06




.jpg)

Aplîkêşin

