Êran: Serok Mam Celal peywendiyê gel me berfireh kir
Îraq 06:02 PM - 2023-06-19
Malpera Serokatiyê
Hevdîtinên Serokatî
Îro Duşemî 19ê Hezîrana 2023an, Serokkomar Dr.Ebdulletîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwaziya Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Derve ya Êranê birêz Kemal Xerazî heyeta pê re kir.
Di destpêka hevdîtinê de, birêz Serok bi xêrhatina şanda mêvan kir, ji ber ku cenabê wî pêşkeftinên ku li parêzgeh û bajarên Êraqê ji ber pêkvejiyana ewlekarî û aramiya welat tê dîtin teqez kir. Herwiha pêşwaziya serdana şanda han bo bajarê Besrayê kir.
Kûrahiya peywendiyên civakî, erdnîgarî, dîrokî û olî
Cenabê wî li ser rengê peywendiyên di navbera her du welatan de amaje bi kûrahiya peywendiyên civakî, erdnîgarî, dîrokî û olî û berjewendiyên aborî yên ku her du gelên cîran bi hev ve girêdide, kir.
Serokkomar amaje bi wê yekê jî kir ku piştî pesendkirina bûdceya giştî ya parlemanê Êraqê li ber ronesanseke bajarî ye û tekez kir ku damezrandina navendên lêkolînên stratejî yek ji nîşana pêşkeftina welatan e ji ber ku nêrîneke zelal pêşkêşî biryarderan dike li ber ronahiya gelek guhertinên ku cîhan di warê enerjî û avê de şahidiyê dike.
Xerazî amaje bi hewlên nemir Serok Mam Celal kir
Ji aliyê xwe ve serokê konseya stratejî ya peywendiyên derve li Komara Islamî ya Êranê kêfxweşiya xwe ji bo vê serdan û hevdîtina digel cenabê serokkomar nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku Komara Islamî ya Êranê piştgirîya ewlehî û aramîya Êraqê dike.
Xerazî amaje bi hewlên nemir Serok Mam Celal ji bo berfirekirina peywendiyan kir û rola cenabê Serokkomar li pêşxistina hevkariyên navbera gelên Êraq û Êranê bilind nirxand.
Serokê Encumena Stratejîk balkişand li ser berjewendiya geşepêdana peywendiyên di navbera her du welatan de û amaje bi wê yekê kir ku Êraq dergehê pêwendiya bi welatên erebî re ye û di vê çarçoveyê de hewlên Êraqê ji bo nêzîkkirina nêrînan ji Erebistana Siûdî bilind nirxand.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

