Talebanî: Sînorê Şûşmê dê ji geştiyaran re vebe
Kurdistan 05:04 PM - 2023-06-18
PUKMEDIA
Qubad Talebanî serdana sînorê Şûşmê kir
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana sînorê Şûşme yê parêzgeha Helebce kir û got:"Dê di demeke nêzîk de sînor ji geştyaran re were vekirin û ev yek dê bibe alîkar ji bo başbûna aborî û geşepêdana sektora geştiyariyê li parêzgeha Helebce."
Helebce bi geştiyarî wê vejandinekî baş bibîne
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di çarçoveya serdana xwe de ji bo Parezgeha Helebca serdana sînorê Şûşme yê parêzgeha Helebce kir û got: “Sînor dê di demek nêzîk de bi fermî ji geştiyaran re were vekirin û ev yek dê bandorê li başbûna aborî ya Helebce û Hewramê bike.
Qubad Talebanî di serdana xwe ya (18.06.2023) de, piştî lêkolîna bi hûrgilî ya pirsgirêkên sînorî, amaje bi hevdîtina xwe ya beriya hefteyekê li gel Wezîrê Navxwe yê Êraqê kir, ku biryar e bi hemahengî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo berfirehkirina sînorê Şuşmê li Tewêla kar bikin.
Hemwelatî dikarin bi otomobîl seferê Êranê bikin
Di çarçoveya berfirehkirina sînor de, geştyar dê di demeke nêzîk de bi awayekî fermî di navbera Herêma Kurdistanê û Êranê de bi otomobil dikarin sefer bikin, ev yek jî dê bibe alîkar ji bo vejandina aborî û geşepêdana sektora geştiyariyê li parêzgeha Helebce.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

