Talebanî: Divê projeyên Raperînê bi dawî bibin
Kurdistan 05:04 PM - 2023-06-14
Ofîsa Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi çavdêr û rêveberên giştî yê Raperînê re dicive
Wekî 9/4 sala borî de cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî bi rêvebirên parêzgeha Silêmaniyê ,çavdêrî û rêveberên giştî yên rêveberiya Raperînê re civiya û projeyên veberhênanê yên li herêmê ku rêveberiya Raperînê diyar dike gotûbêj kirin.
Di civînê de behsa pirojeyên weberhênanê yên li herêmê hat kirin û biryar hat dayîn ku pirsgirêkên li pêşiya hemû projeyên ku daxwaza destûrê kirine bên naskirin û di demeke nêzîk de heta civîna duyemîn ji bo qonaxa cîbicîkirinê were amadekirin.
Di civîna roja 14ê Hezîrana 2023an de li civata wezîran hat kirin û di civînê de bi berfirehî li ser pirsgirêkên cîbicîkirina projeyên sermayerazandinê û projeyên xizmetguzariyê li îdareya Raperînê hatin gotûbêjkirin, Qubad Talebanî bal kişand ser gazindên sermayedar û welatiyên herêmê yên li ser sistbûna karûbarên welatiyan û pêkanîna karên yasayî yên projeyên sermayedaran û got, ev rewş nayê qebûlkirin û divê îro kampanyayeke mezin ji bo cîbicîkirina projeyên veberhênan û xizmetguzariyê li herêmê dest pê bike.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr li ser navê ofîsa xwe û bi hemahengî li gel serpereştyar û birêveberên îdareya Raperîn komîteyek taybet pêk anî, ku dê heta civîna duyem a ku di demeke nêzîk de were lidarxistin,tesnîfkirina van hemû projeyan temam bikin û ji bo cîbicîkirinê amade bikin.
Her wiha:“Her karmend û rêveberên ku pirsgirêkan ji bo projeyan çêkin an jî di cîbicîkirina karûbarên welatiyan de paşguh bikin, dê lêpirsîn lê ware kirin.
Her wiha di civînê de behsa çendîn pirojeyên xizmetguzarî li herêmê hat kirin û biryar hat dayîn di demeke nêzîk de amadekariyên projeyan bi dawî bibin û derbasî qonaxa cîbicîkirinê bibin.
Di beşeke din ya civînê de, mijarên şaredariyan û terxankirina zevî ji bo projeyan hatin gotûbêjkirin, di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr daxwaz kir ku giringî bi pirojeyên pîşesazî û bazirganî û wan pirojeyên ku herî zêde derfeta kar dabîn dikin, bê dayîn.
Mijareke din a civînê jî behsa mijarên deriyê sînorî yê Kelê hat kirin û di vê derbarê de, Qubad Talebanî amaje bi civîna heftiya borî ya li gel wezîrê navxwe yê Êraqê kir ku, biryar dane bi hev ji bo pêşxistin û berfirehkirina deriyê sînor û çareserkirina pirsgirêkên derî biryar dane bi hev re kar bikin.
Ev civîn jî mîna civîna par a li gel rêveberên parêzgeha Silêmaniyê bû, di encamê civînê de 39 projeyên veberhênanê yên mezin bi buhayê zêdetirî 1,3 milyar dolarî hatin destpêkirin, amadekariyên tam ji bo cîbicîkirina 15 pirojeyên din ên sermayerazandinê bi sermaya zêdetir ji 1.1 milyar dolarî hatin kirin ku di demek nêzîk de bêne cîbicîkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

