Talebanî: Em amade ne bi Îspanyayê re giringiyê bidin çandinî û geştiyariyê
Kurdistan 08:01 PM - 2023-06-13
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Balyozê Îspaniyayê li Êraqê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Spanyayê li Êraqê Pedro Martinez kir û di wê hevdîtinê de çawaniya pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Spanyayê di warên çandinî û geştiyariyê de gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja 13.06.2023ê û bi amadebûna her du parlamenteran Dîlan Xefûr û Xerîb Ehmed hat lidarxistin, behsa pirojeya pêşxistina peywendiyên navbera Kurdistan û Spanyayê di warên çandinî û geştiyariyê de hat kirin. Her du parlamenteran berî niha ligel balyozxaneya Îspanya, Wezareta Çandinî û Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê li ser çawaniya cîbicîkirina wê projeyê kar kiribûn.
Di vê çarçoveyê de cîgirê serokwezîr piştgiriya xwe ji bo vê projeyê nîşan da û got:“Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye her cure asankariyê ji bo kompaniyên Îspanî dabîn bike ku dixwazin hem di warê çandinî û hem jî di warê geştiyariyê de li Kurdistanê sermayesaziyê bikin.
Herwiha di civînê de biryar hat dayîn ku Îspasniya şêwirmendên taybet di warê geştûguzariyê de pêşkêşî Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bike, ji bo ku ji nêzîk ve alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê, bi taybetî ku niha çend projeyên geştyarî di bin lêkolîn û nirxandinê de ne û biryar e di demek nêzîk de bêne cîbicîkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

