Stran Ebdullah: Kes nikare xwe bike marcayê kurdayetiyê li ser YNKê
Kurdistan 06:36 PM - 2023-06-13
PUKMEDIA
Stran Ebdullah
Endamekî Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:“Ti kes nikare xwe bike marcayê YNK’ê, YNK bi xwe marcayê kurdayetiyê ye.
Yasaya taybet bi parêzgehan li ser tevahiya Herêma Kurdistanê derbas dibeEndamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah di hevpeyvîneke taybet de ragihand:“Qanûna taybet bi parêzgehan di proje yasaya bûdceya Êraqê de mijareke giringe bo hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê bê cudahî û yasa jî ji bo her parêzgehekê ye.
"Eger mafên parezgehek bên binpêkirin, dikare rexne li bûdceya Herêma Kurdistanê bike û rasterast bi hikûmeta Êraqê re rûbirû bimîne. Beşek din ya yasayê giringîdana mûçeyan e, di dema borî de giringî bi deynên kompanya û saziyên hikûmetê dihat dayîn, lewma bi giştî ev car di berjewendiya gelê Kurd li parêzgehan." Stran Abdullah dibêje.
Berê jiyana xelkê Silêmaniyê ji bo amûrên siyasî dihat bikaranînHer wiha got:“Beriya niha bûdceya parêzgeha Silêmaniyê rastî dorpêçeke aborî hatibû û jiyana xelkê Silêmaniyê ji bo amûrên siyasî dihat bikaranîn û niha hinek kes di wê baweriyê de ne ku ev yasa behsa Silêmaniyê dike, lê xelkê Silêmaniyê jî hêja ye ku mafên xwe werbigirin. "
"Eşkere ye ku kesên li dijî vê yasayê ne, niyeta wan xirab e ku van tiştan bi rêk û pêk bi rêve bibin, lê eger hikûmet karê xwe baş bike, ti pirsgirêk dernakeve, lê eger hikûmet bi erkê xwe ranebe, Silêmanî dikare van giliyan bigihîne Bexdayê ku Hikûmeta Êraqê dê berpirsyariyê bigire ser milê xwe û erkê xwe bi cih bîne.” endamê Buroya Siyasî got.
Stran Ebdullah: YNK marcayê daxwazên gelê Kurd eTiştê ku hatiye kirin, ti pêwendiya xwe bi kurdayetiyê re nîne, lê ew mafek e ku bi destûrê ji parêzgehan re hatiye dayîn û her kesê ku bixwaze kurdiyeke rasteqîn be, divê tiştekî bike ku xelk hewceyî Bexdayê nebin. Ti kes nikare xwe bike marcayê YNKê, YNK bi xwe marcayê kurdayetiyê ye, YNK bi xwe marcayê daxwazên gelê kurd e. Kurdayetiya resen xizmetkirina gelê kurd û xêrxwaziya gelê xwe ye, kurdayetî bi zorê nayê kirin, lewma kes nikare li ser YNKê mezadê bide.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

