Yekîtiya Niştimanî.. Derbarê peydakirina destkeftiyên welatiyan de serkeftineke mezin

Rêportaj 01:52 PM - 2023-06-11
Encumena Nûneran PUKMEDIA

Encumena Nûneran

Yekîtî

Piştî hewladanên zor Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Encumena Nûneran de karî benda 14 ji pirojeyasaya Budceya Federal tesbît bike, da ku hikûmeta Herêmê girîngiyê bide mûçeyên fermanbaran û destkeftiyên  wan yê darayî xerc bike.

Ew benda ku YNK têde biserketiye hikûmetê neçar dike ku girîngiyê bide xerckirina destkeftiyên mûçeyên karmend û xanenîşan digel pabendbûn bi xerckirina destkeftiyên sermayeguzariyê bo parlzgehan li gorî pîvanên ku di vê qanûnê de hatine destnîşan kirin.

Dadperwerbûn bo welatiyan
Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Herîm Kemal Axa ji PUKMEDIA re ragihand: Ew xala ku di projeyasaya bûdceyê de hatiye destnîşankirin, dadperweriya dabeşkirina mûçeyan garantî dike.
Got jî: Me tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste hikûmeta herêma Kurdistanê giringî bi mûçeyên karmendan bide û mûçeyên darayî yên ku ji hikûmeta federalî tên di ti beşên din de neyê xerckirin.

Bendeke qanûnî ku piştgirî dide mafên her parêzgehek dijber
Herim Kemal Axa dibêje: Ev bend amaje bi wê yekê dike ku her parêzgehek ku li hember mekanîzma dayina pereyên darayî nerazî be yan rastî neheqiyê hatibe, dê ji bo dadweriyê serî li hikûmeta federal bide.
Got jî: Ev tiştekî xwezayî ye û em daxwaz dikin ku hevsengî û dadwerî di navbera parêzgehan de hebe û em tekezî li ser helwesta xwe li ser pêwîstîya vegerandina paşekfta mecbûrî bo mûçeyên karmendan dikin.

Misogerkirina dabeşkirina dadperwerane ji dahatan re

Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr.Biryar Reşîd di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Ev çend meh in ku Yekîtiya Niştimanî li civata nûneran kar li ser danîna vê xalê dike, ku dibêje her parêzgehek ku rastî neheqiyê tê were dadperwerkirin.
Hevsengiya bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin

Nûner Bryar Reşîd dibêje: Hewldanên me li civata nûneran ji bo dadperwerîya her parêzgeha ku rastî neheqîyê tê û mafê wê heye ku ji bo dadperwerîya xwe serî li hikûmeta federal bide.
Got jî: Ev xal projeyeka Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê bû bo vegerandina hevsengîyê bo herêma Kurdistanê.
Naverokek yasayî ku parêzgehan dadperwer dike
Parlamenterê berê Şêrwan Mîrza di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Ew xala ku ji aliyê Yekîtî ve hatiye destnîşankirin, garantîkirina mûçe û mafên welatiyan li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê ye.
Got jî: ev xal amaje bi dabeşkirina herêma Kurdistanê nake, wek ku tê gotin, lê belê garantîkirina maf û jîyana hevwelatîyan e û berdewamnekirina wê neheqîyê ye ku li parêzgehên Silêmanî û Helebçe rêveberiyên Germiyan û Raperîn tê kirin.

 

Garantîkirina mûçeyên karmendan

Parlamenterê berê Şêrwan Mîrza dibêje: Ev xala ku ji aliyê fireksiyona  Yekîtî ve hatiye îsbatkirin, garantiya mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ye.

Me berê paşguhkirineke mezin dît
Parlamenterê berê Şêrwan Mîrza dibêje: Di xala navborî de hatiye diyarkirin ku eger her parêzgehek rastî zulm û bêdadiyê were, nûçeyên wê parêzgehê dê serî li hikûmeta federalî bide da ku neheqiyê ji ser wê rake.

Ew ne parçekirina herêma Kurdistanê ye

Cîgirê Serokê fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Luqman Werdî dibêje: Ew xala ku di bûdceyê de hatiye destnîşankirin nayê wateya lawazkirina çarçoveya Herêma Kurdistanê.
Got jî: Di wê xalê da hatîye, her parêzgehek ku ji alîyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve rastî neheqîyê bê, dikare rasterast bi hikûmeta federal re danûstandinê bike daku mûçeyên xwe yên darayî werbigire.
Wî jêderî eşkere kir: Ev xal ji bo bidestxistina dadweriyê, pêşxistina asta jiyana welatiyan, serweriya yasa û dabînkirina maf û îmtiyazên welatiyan e.
Luqman Werdî amaje bi wê yekê jî kir ku bicîkirina vê xalê di bûdceya federalî de gaveke girîng û baş e ku ji bo bidawîkirina bêedaletiya ku parêzgehên Silêmanî û Helebçe û rêveberiyên Raperîn û Germiyan di heyama borî de heta niha tûşî wê bûne, hatiye.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket