D.Heval Ebu Bekir: Silêmanî di veberhênanê de yê yekem e

Kurdistan 01:46 PM - 2023-06-08
Duyemîn korbenda Aborî li Silêmî  PUKMEDIA

Duyemîn korbenda Aborî li Silêmî

Aborî Silêmanî

Bi beşdarbûna balyoz û hejmarek ji nûnerên welatan û bi dehan mîvanên biyanî li ser asta welatên cîhan û ereb û navçeyê, duyemîn korbenda aborî ya Silêmaniyê birêve çû, berpirsên bilind yên hikûmeta Êraq û Herêma Kurdistandest bi xebat kirine û wê sê rojan dewam bike, 5 panêl têde tên pêşkêşkirin.

D.Heval Ebu Bekir parêzgarê Silêmanî di daxuyaniyekê de ji kenalên ragihandinê re got: Em spasiya wê destpêşxeriyê dikin ku ev duyemîn care bi beşdarbûna hejmarek zor ji kampaniyan ûkorbenda aborî birêve diçe.
Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku tiştê ku vê korbendê ji ya berê cuda dike ewe ku dê gelek derfetên kar li gorî pisporiyê werin ragihandin," wî got: Em kêfxweş in ku Silêmanî di heyama du salên borî de di warê veberhênanên Herêma Kurdistanê de bûye yekemîn û em hewl didin ku veberhênanên me ne tenê di warê avakirina xaniyan de bin, lê hemû beşên din jî têde bin.
Heval Ebû Bekir dewam dike û dijêje: Em hewl didin ku bêtir kompanyayên xwecihî û navdewletî bînin parêzgeha Silêmaniyê û bêtir derfetên kar biafirînin û sektora veberhênanê geş bikin da ku aboriya Silêmaniyê zêdetir vejîne. Herwiha armanca me ew e ku her malbatek bibe xwediyê xaniya xwe û her welatiyekî ku bixwaze di konferansê de xaniyan bikire dê w; j;re erzan were hesbandin

Waliyê Silêmaniyê wiha got:"Korbend dê bandorê li kêmkirina qeyrana darayî bike û bi veberhênana navxweyî dikare sektora aborî hîn zêdetir vejîne.
Ji bilî ku parêzgeha Silêmaniyê di warê Jingeh, Tendirustî, Keşûba û Veberhênanê yê yekem e li Êraq û Herêma Kurdistanê, di ware geştiyarî û şûnawarî û olî di asteke bilind de ye, îsal li se asta Êraqê zêdetir genim berhem anî, Di warê azadiya takekesî û azadiya derbirînê de jî pêşeng e. bi wateya nûnerê serokwezîrê Êraqê yê ku veberhênana Silêmanî ji veberhênana Êraqî cuda dike ewe ku ti veberhênerekî ji Silêmanî bo veberhênana xwe jqerz ne kiriye,ew jî astbilindiya veberhênanê nîşan dide.

Duyemîn konferansa Aborî ya Silêmanî li hotêla Gîrand Mîlînyon ya Şarî Ciwan birêve çû û biryara heta 3 roj dewam bike û welatî jî dikarin beşdarê bibin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket