Balyozê Rûsya: Mosko ji hemû aliyên siyasî yên Êraq û Kurdistanê re vekirî ye
Îraq 12:11 PM - 2023-06-04
PUKMEDIA
Balyozê Rûsiya li Êraq
Balyozê Rûsyayê li Êraqê Elbrûs Kotraçev ragihand ku
pêwendiyên Rûsya ligel Êraqê di hemû waran de baş in, bi taybetî di warê
siyasî de, pêwendiyên wê ligel hemû aliyên siyasî û hêzên siyasî yên Êraq û
Herêma Kurdistanê hene û herwiha got: 320 kursî xwendinê ji bo Êraqê terxan
kirin, ji wan 60 kursî ji bo Herêma Kurdistanê.
Kotraşev di dema beşdarbûna xwe di bernameya (Hevdîtina
El-Mesra) ya ku li ser kanala (El-Mesra) li ser têkeliyên aborî tê weşandin,
got: “Rûsya xwedî pêwendiyeke aborî ya pêşkeftî ye û di dirêjahiya dîrokê de bi
Êraqê re xwedî hêviyê ye û da zanîn ku qebareya veberhênanên Rûsyayê di warê neft û gazê de li Êraqê
salane zêdetirî 14 milyar dolar e û Rûsya mezintirîn sermayedarê projeyên neft
û gazê ye, ne tenê li Êraqê, belkî li Herêma Kurdistanê jî, û hewla
berfirehkirina vê hevkariyê dide û wê warên din jî lixwe bigre.
Derbarê hevkariyên leşkerî yên di navbera Rûsya û Êraqê de jî
Kotraşev got, "Pêwendiyên leşkerî yên Rûsyayê bi Êraqê re gelekî pêşketî
ne û piştî ku Rûsya û Êraqê encamên li pêşiya xwe derbas kirin, dê peywendiyên
serbazî di navbera her du aliyan de berfiretir bibin, her çendî ku têkeliyên
serbazî di navbera herdu aliyan de çêbibin. Gelek alî hene ku hevkariya leşkerî
di navbera herdu aliyan de asteng dikin (bêyî ku behsa wê bikin).
Balyozê Rûsyayê yê li El-Mesrayê di derbarê kurdiyên akademîk
ên Êraqê li Rûsyayê jî diyar kir, "Rûsya 320 kursî akademîk ji bo Êraqê
terxan kiriye, ji wan 60 ji bo Herêma Kurdistanê ye.
Pêwendiyên Rûsiya bi Herêma Kurdistanê reDerbarê pêwendiyên Rûsiya ligel partî û hêzên siyasî li Herêma Kurdistanê Kotraşev destnîşan kirk u Rûsiya ji bo hemû partî û hêzên sioyasî li Êraq û Herêma Kurdistanê re vekirî ye, ti dijberên wê tunene, pirsgirêkên di navbera partiyan de bandore li ser pêwendiyên bi Rûsiya re nekin ji ber ku ti aliyekî nadin pêş yê din Tekez jî kir ku, Rûsya bi her du partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê re peywendiyên baş hene û Rûsya niha di çarçoveya erkên dîplomatîk de bi partiyên nû yên li meydanê re peywendiyan saz dike.
Rola Êraqê di çareserkirina kirîza Rûsya û Ukrayna deBalyozê Rûsyayê li Êraqê li ser rola Êraqê di çareserkirina kirîza Rûsya û Ukrayna de got: Êraq endameke pir çalak û girîng e di nav koma têkeliyên erebî de derbarê kirîza Rûsya û Ukrayna de.
Derbarê metirsîbûna berdewamiya kirîza di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Kotraşev diyar kir, “Bi derengketina krîzê yan jî nebûna çareseriyeke siyasî û hebûna tenê çareseriya leşkerî li ser erdê, tirs li ser paşerojê Ukrayna heye.
Derbarê beşdariya Sûriyê di lûtkeya Erebî de ku vê dawiyê li Ciddeya Erebistana Siûdî hat lidarxistin, Kotraşev got: "Beşdarbûna Beşar Esed di lûtkeya Erebî de li Cidde bûyereke dîrokî ya gelekî girîng e, û beşdarbûna wê dê rola xwe di proseya asayîkirinê li Sûriyê û vegerandina aramiyê li seranserê Rojhilata Navîn de hebe. Di derbarê axaftina Volodymyr Zelensky de di serî de ez dibêjim (wek hemwelatiyekî Rûsyayê, ne wekî balyozek) ti qîmeta wî nine.
Êraqî diçin Rûsyayê û berevajîDerbarê tedbîr çûna Êraqiyan bo Rûsyayê û berovajî vê yekê jî, Kotraşev got: “Tedbîr hêsan in, bi kirîna bilêtê û wergirtina vîzeyê, yan ji konsulxaneya Rûsyayê ya girêdayî balyozxaneya li Bexdayê yan jî yek ji du konsulxaneyan li Hewlêr û Besrayê, û pirsê gelek caran pêwîstî bi nameya vexwendinê ji Rûsyayê heye, ji ber ku mixabin gelek Êraqiyên ku vîzeya Rûsî ji bo xwendinê jî wergirtine, û wek derfetek ji bo koçberiya neyasayî bo Ewropayê di rêya axa Rûsyayê re bikar anîne, û got jî ku ev rêkarên ne tenê Êraqî, belku gelek welatî û koçberên Ereb ên ji Asyayê jî di nav de ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

